Diyarname
Weşanxaneya Nûbiharê ku ev 22 sal in xebata li ser kurdî dike û heta niha kovareke sê mehane bi navê “Nûbihar” derdixist, niha yeka din lê zêde kir: Nûbihar Akademî. Hejmara yekem a Nûbihar Akademî derket. Kovar dê 6 mehan carekê, bihar û payîzê dê derê. Kovarê daye zanîn ku zimanê weşanê bi kurdî (bi hemû zaravayan) û bi îngilîzî ye.
“Nûbihar Akademî” diyar kiriye ku dê di qada kurdolojiyê de weşanê bike. Kovara “Nûbihar Akademî”, bi rêbazeke akademîk dê cih bide her cure nivîsên zanistî û bi nêrîneke multidisiplinerî nivîsên li ser zanistên ziman, edebiyat, çand, huner, aborî, civakî, olî û hwd. di nava xwe de bihewîne.
Di hejmara yekemîn a “Nûbihar Akademî”yê de di warên edebiyata kurdî ya nûjen, edebiyata berawirdkarî, felsefe, perwerde, sosyolojiya qelîteya jiyanê û dîroka zimanê kurdî de şeş gotar cih digirin. Ji van gotaran çar jê bi kurdî, du jî bi îngilîzî ne. Ji gotarên kurdî du jê bi kirmancî (zazakî), yek bi kurmancî û ya din jî bi soranî ye. Ji bilî gotaran di dawiya kovarê de dokumantasyoneke bi bergê dawî yê kovarê re têkildar jî cih digire.
Di vê hejmara yekemîn de nivîsên kesên wekî Zulkuf Ergun (Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn), Joanna Bocheńska (Kurdish Contemporary Literature in Search for Ordo Amoris-Some Reflections on the Continuity of the Kurdish Literary Tradition and Ethics-” (Wêjeya Kurdȋ ya Nûjên li Ordo Amorȋs Digere -Çend Pirs li Ser Berdewamiya Kevneşopiya Edebȋ û Exlaqȋ ya Kurd-), Haider Khizri (Mîratî Şûm: Wêney Kurdekan le Kulturî Turkî da), Nurettin Beltekin (Vera Modernbiyayişî de Medreseyê Rojhelatî/Şerqî), Fereydoon Rahmani (A Sociological Analysis of Life Conditions Within Kurdish Society: Kurdish People’s Quality of Life” (Analîzeke Sosyolojîk li ser Şertên Jiyanê di Nava Civaka Kurdan de: Qelîteya Jiyanê ya Kurdan), Seyîdxan Kurij (Xebatê Peter J. A. Lerch Derheqî Kurdolojî de), Abdurrahman Adak, Yusuf Baluken, Hayrullah Acar (Gora Feqiyê Teyran) cih digirin.
Ji bo têkilî:
nubiharakademi@gmail.com