Diyarname
Yek ji fîlmên klasîk ê sînemaya Tirkiyeyê jî fîlmê derhêner Yavuz Turgul “Muhsin Bey” e. Ev fîlm niha hat nûkirin û dê di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de bê nîşandayîn.
Festîvala Fîlman a Stenbolê her sal fîlmekî klasîk ê sînemaya Tirkiyeyê bi hevkariya Gruopama restore dike û di festîvalê de nîşan dide. Îsal fîlmê “Muhsin Bey” ketiye nava vê projeyê.
Derhêner Yavuz Turgul fîlmê xwe “Muhsin Bey” (Muhsîn Beg) di sala 1987’an de kişand û fîlmî di 7’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de (sal 1988) Xelata Taybet a Juriyê girtibû. Sala ku hatibû kişandin beşdarî Festîvala Porteqala Zêrîn a Fîlman a Antalyayê ji bûbû û Xelata Fîlmê Herî Serketî, Lîstikvanê Herî Serketî jî têde çar xelat girtibû. Fîlm sala 88’an de li San Sebastianê jî xelat girtibû.
Di fîlm de Şener Şen, Ugur Yucel û Sermin Hurmeriç dilîzin. Fîlm têkoşîna parastina stranan bi rêya produktorê berê Muhsin Beg (Şener Şen) û li hemberî vê Ali Nazîkê (Ugur yucel) ku dixwaze bi erebeskê bi ser bikeve nîşan dide. Pêre jî rexneyên tûj li produktoran û cîhana muzîkê dike.
Awayê restorekirî yê fîlmê Turgul “Muhsin Beg” roja 12’ê avrêlê saet 16.00’an de li Rexx’ê, 13’yê mehê saet 21.30 de jî dê li Feriyeyê bê nîşandayîn.
33’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 5-20’ê avrêlê de li dar dikeve.
Kunye:
Muhsun Bey
Derhêner: Yavuz Turgul
Sazkar: Abdurrahman Keskiner
Senaryo: Yavuz Turgul
Lîstikvan: Şener Şen, Ugur Yucel, Sermin Hurmeriç
Muzîk: Atilla Ozdemiroglu
Studyo: Umut Film
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 1987, Tirkiye
Mawe: 145 deqîqe
Ziman: Tirkî
***
Nûçeyên eleqedar:
- Şahiya fîlman: Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê eşkere bû