Adil Harmanci*
Îskender ErtuÅŸ ê sercerdewanê berê ku roja ÅŸemiya çûyî derbasî BDP’yê bû, di sala 1993’yan de li Enqereyê li bernameyeke TRT 1’ê pêyvek ku modaretor û kesên li salonê bûn di matmayî de hiÅŸt kir: “Ger TV’yek bi kurdî vebe wê bûyer rawestin, wê pêÅŸiya derketina ser çiya were girtin..” Serokê EÅŸîra Jirkî Sercerdewan Tahîr Adiyaman jî ku ji ber tirkî nizanîbûna xwe ligel wergerekî tevlî vê bernameyê bûbû. ‘Baskê nismo’ pêyva nayê jibîrkirin a Adiyaman e. Di wan rojan, di TV’ya dewletê de bi kurdî axaftin û TV’yek bi kurdî xwestin wisa ne karê her camêrî bû, jixwe ji bo sercerdevanek zêdetir ne mimkûn bû. Lê wê çaxê Tahîr Adiyaman bi kurdî axaftinê qedexeya kurdiya li TRT’yê bin pê dikir, Îskender ErtûÅŸ jî digot: “TV’yek kurdî hebe wê çêtir be.”
Nizanim hûn ji bo vê dibêjin ramanê wan e, an jî kesên din ev got pê dane gotin, lê wan rojan tiÅŸtekê wisa qewimî. Helbet em hemû li bendê bûn ku wê tiÅŸtên ne baÅŸ bê serê îskender ErtûÅŸ, lê berevajî wî wekî mirovê herî sadiq yê dewletê jiyana xwe domand. ErtuÅŸ, piÅŸtî 21 salan hem tiÅŸteke balkeÅŸ kir hem jî gotineke balkeÅŸ kir. Roja ÅŸemiyê di vekirina buroya hilbijartina BDP’yê li pêÅŸberî hezaran kesî derket ser otobusa hilbijartinê, piÅŸtî ku ji DemîrtaÅŸ rozeta partiye girt, gotinek wisa kir: “Serokwezîrê me tiÅŸtên baÅŸ kir, lê ger Abdullah Ocalan were serbestberdan wê hîn baÅŸtir be.” Helbet ev peyv jî ji bo kesên ku ErtuÅŸî nas dikirin pir balkêÅŸ bû, mîna peyva ku di sala 1993’yan de hatibû kirin. Hin kes biÅŸirîn, hinan li çepikan da… Hinan hewl da ku maneyek jê derxin, lê di navbera xulekek de tiÅŸteke wisa sosret pêk hat. Û di vê navberê de wî qada xwe jî guherand, ji ba dewletê derbasî ba gelê xwe bû. Niha gava em li vî wêneyî dinêrin bi rastî jî piÅŸtî gelek salan TV’yek kurdî ya bi navê TRT ÅžEÅž dest bi weÅŸanê kir. Bûyer neqediyan, rêya çiya nehat girtin lê bila be, di dawiyê de li vî welatî tiÅŸtekî wekî xeyal pêk hat, TV’yek kurdî vebû.
Ma serbestberdana Abdullah Ocalan bi qasî vekirina TRT ÅžEÅž’ê hêsan e? Lewre ew kanal di binê qontrola dewletê de ye, jixwe kes nikare bibêje bi kêrî kesî tê jî, lê ger ErtuÅŸ behsa vê tiÅŸtê kiribe îxtîmal e ku ew hin tiÅŸtan dizane! Gelo ew bi siyaseta pêÅŸerojê dizane? Lewre kesên mîna wan mirovan wisa hêsanî derbasê refa hêza siyasî a dijberê dewletê nabin. Heq ne heq, gora xwe senaryoyek wan heye. Helbet em nizanin ka wê kengê Abdullah Ocalan bê serbestberdan lê rastiyek heye ku gava bi saya têkoÅŸîna zarokên kurdên xizan kesên wekî Tahîr Adiyaman li herderê bi serbestî dikare zimanê dayika xwe bikar tîne Îskender ErtûÅŸ jî tirsa salên bi ÅŸer ji ser xwe avetiye û bi rewÅŸê re di partiya ku zarokên wî gelê xizan avakiriye de xwe nîÅŸan dide. Ma xirab e, ev pêÅŸveçûneke baÅŸ e! Doza ziman û nasnameyek wê, tenê xwediyê vî ziman û nasnameyî û ew ligel dostên xwe dikarin vê bi rê ve bibin. Di vê dozê de cudahî nabe. Lê em nizanin ka armanca her kesên ku tevlî vî karî dibin ev e an na, lewre em dizanin ku her tim berî hilbijartinan tiÅŸtên sosret dibin! Lê li aliyê din “zarokên kurdên xizan” ku bi salan e ku di nav vê têkoÅŸînê de cih girtine, bûne sazûmankarê/a van rojan û carnan jî hatine nehesibandin, hene.
Ew zarokên ku xirûra wan hatiye binpêkirin, xwedî hesteke xesas in ku qet wekî sercerdevanekî bi rehetî nikarin herin ber deriyek! Kesek heye ku ji bo wan jî bernameya saz kiribe? Ger mesele yekîtî be, ya gîrîng ev e.
*25.02.2014, Prestij Haber
Wergera ji tirkî: RûÅŸen Aslan