Amed
1'emîn Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Kurdî bi dawî bû. Encamnameya konferansê hate eşkerekirin.
Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Kurdî ku 3 rojan berdewam kir îro bi dawî bû û encamname hate eşkerekirin.
Di encamnameyê de zordariyên li ser kurdî hatin nirxandin û xebatên pêşejorê hatin destnîşankirin. Encamnameyê balkişand ser zordariyên li ser alavên ragihandinê yên kurdî de, biryarên ji bo parastin, pêşvebirin û xurtkirina kurdî eşkere kir.
Di encamnameyê de hate gotin ku kêmasiya di warê perwerdehî û hîndekariyê de ya herî mezin tunebûna xebatên bi rêk û pêk e û hate destnîşankirin ku dê di pêşerojê de xebatên ji bo vê yekê bên xurtkirin.
Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) encamnameya Yekemîn Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Kurdî ya di navbera 4-6'ê Tîrmehê de li Amedê pêk hatî eşkere kir.
Konferansa ku bi beşdariya 140 delege û gelek mêvanan bi dirûşma "Êdî Bes e Em Bi Zimanê Xwe Perwerdehiyê Dixwazin" hate li dar xistin, gelek biryarên di warê kurdî de yên girîng hatin girtin. Di encamnameyê de li ser konferansê wisa hate gotin:
"Konferansa me roja yekem bi pêşkêşkirina pêşkêşiyan û avakirina komên xebatê berdewam kir. Di roja diduyan de delegeyên herêman tecrube û xebatên xwe yên du salan bi hev re parve kirin û ji bo hîndekarî û perwerdehiyeke hê baştir dîtinên xwe anîn ziman. Komên xebatê biryarnameyên xwe amade kirin. Di roja sisêyan de jî biryarname hatin pêşkêşkirin. Ev biryarname ji hêla delegasyonê ve hatin nirxandin û pejirandin."
Di encamnameyê de konferans wekî konferanseke dîrokî hate nirxandin û hate diyarkirin ku ev konferans dê bibe bingeha avakirina tevgereke mamosteyên zimanê kurdî. Ev hatin destnîşankirin: "Her wiha ev konferans dê bibe bingeha avakirina Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Bakur. Di konferansê de xebatên hîndekarî û perwerdehiyê yên ku heta niha, çi di bin banê TZPKurdî, çi jî berî TZPKurdî, hatine kirin, hatin nirxandin. Di konferansa me de tespîta, 'Heta niha perwerdehiyeke standart nehatiye dayîn û pergaleke perwerdehiya kurdî pêk nehatiye hate kirin. Standartkirina perwerdehiya kurdî û ber bi modeleke perwerdehiya kurdî ve gav avêtin wekî hewcedariyeke derketiye holê' hate kirin. Delegasyona me pêkutiyên dewletê yên li ser zimanê kurdî nirxandine û her çiqas hin gavên biçûk di warê hîndekarî û weşanê de hatibin avêtin jî di polîtîkayên dewletê yên pişaftinê de tu guherînên bingehîn çênebûne. Polîtîkayên pişaftinê wekî sûcekî li dijî mirovahiyê hate pênasekirin. Dîsa delegasyona konferansê bal kişand ser rewşa xwepişaftina li ser zimanê kurdî û ev rewş wekî xwekujî bi nav kir."
Di konferansê de ev biryar hatin girtin:
1- Heta niha gelek xebatên birûmet hatine kirin. Lê belê ev xebat têrê nakin, ji ber vê yekê divê xebatên hîndekarî û perwerdehiyê hîn bêhtir bên xurtkirin û bi awayekî bi rêk û pêk û li gorî pergalekê bêne meşandin. Asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye û mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî herî demokratîk û xwezayî ye. Têkoşîna ji bo vî mafî jî têkoşîneke demokratîk û rewa ye. Lewre delegasyona konferansê bang li dewletê dike ku dest ji polîtîkayên asîmîlasyonê berde û bang li gelê kurd dike ku têkoşîna xwe ya ji bo mafê zimanê zikmakî gur û geş bike.
2- Di xebatên me yên hîndekariyê de divê stratejiyeke me hebe û di xebatên me de em giraniyê bidin jin û zarokan. Pêwîst e em xebatên xwe yên perwerdehiyê kategorîze bikin, ji bo her kategorî û astê polên cuda vekin. Di dema hînkirinê de rewşa herêman û rewşa devok û zaravayan li ber çavan bigirin. Ji bo xebateke xurt û berhemdar pêk were divê serê pêşîn mamoste bêne perwerdekirin.
3- Divê mufredat, plan, materyal jî li gorî pêdivî û armanca me bin.
4- Ji bo xurtkirina xebatên perwerdehiyê saziyên me yên ku di bin banê TZPKurdî de xebatên xwe didomînin bêne xurtkirin û li cihên ku derfet lê hebin şaxên KURDÎ-DER'ê bên vekirin û di bin banê saziyan de xebatên atolyeyên zimanê kurdî bêne xurtkirin.
5- Delegasyona konferansê bal kişand ser pêkutiyên li ser ROJ TV'yê û qedexekirina ROJ TV'yê li Almanyayê şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo ROJ TV'yê diyar kir.
6- Beşdarên konferansê bal kişand ser pêdiviya kovareke zarokan û biryar da ku kovareke zarokan biweşîne.
7- Delegasyona konferansê bi bîr xist ku ev nêzî salekê ye xebatên avakirina Akademiya Zimanê Kurdî têne meşandin. Lewre biryar da ku xebatên avakirina Akademiya Zimanê Kurdî bêne xurtkirin û di zûtirîn demê de Akademiya Zimanê Kurdî bê avakirin.
8- Delegasyona konferansê bal kişand ser rola çapemeniyê ya di parastin û pêşvebirina ziman û çandê de. Lewre delegasyona konferansê bang li televizyonên kurd dike ku bernameyên hîndekarî û perwerdehiya ziman û çanda kurdî çêbikin. Her wiha delegasyonê bang li gelê kurd kir ku di serî de ROJ TV û rojnameya Azadiya Welat, li çapemeniya xwe xwedî derkeve.
9- Delegasyona konferasê bang li dewletê dike ku qedexeyên li ser zimanê kurdî rake, zimanê kurdî nas bike, têxe bin ewlehiya zagona bingehîn. Lewre ji dibistana seretayî heta zanîngehê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo pêngava destpêkê jî di zanîngehan de beşên kurdolojî û gihandina mamosteyên kurdî veke.
10- Delegasyona konferansa me bang li siyasetmedarên kurd dike ku zimanê kurdî bike zimanê jiyana xwe û di hemû qadên jiyanê de bi kar bîne. Her wiha bang li siyaseta kurd dike ku di hilbijartinên herêmî de kesên ku bi kurdî nizanin nekin berendamên şaredariyan.
***
Nûçe û nivîsên têkildar:
- Konferanseka bi heyecan û tijî hêvî
- Mamosteyên kurd rêzimanê kurdî nîqaş kirin
- Divê modeleke perwerdehiya me hebe
- Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Kurdî dest pê kir