Di Tîrojê de "68'ê kurdan, kurdên 68'an"
Diyarname
Kovara dumehane Tîroj di vê hejmare de dosyaya xwe li ser "68'ê kurdan, kurdên 68'an" amade kiriye.
Tîroj bi hejmara xwe ya 33'yan a tîrmeh-gelawêjê de bi nivîs, helbest, çîrok û hevpeyvînên xwe derket pêþberî xwendevanên xwe.
Di vê hejmara kovarê de rojnameger Ragip Duran bi sernavê "Þêx Seîd jî nedikarî bi televîzyonê meseleyê hel bike!" nivîseke nivîsiye û meseleya TRT'ya bi kurdî rexne kiriye.
Îrfan amîda bi nivîsa xwe "Çiroka avakirina dewleta tirk û asîmîlasyon" girtiye dest, rewþa çîroka asîmîlasyonê nirxandiye. Sînan Gundogar jî di nivîsa xwe de nîqaþeke li ser muzîka kurdî daye dest pê kirin.
Nivîskar Cemþîd Benderê ku demek berê wefat kiribû nivîseke wî ya bi navê "Di Zerduþtî û Elewîtî de Adem û Hawa" hatiye weþandin.
Di beþa hevpeyvînan de jî Cemil Oguz bi Taylan Þahan Tarhan re li ser çîroka wî û meseleya aþtiyê pêre hevpeyvîneke kiriye. Tarhan bi çîroka xwe di Pêþbaziya Qala Aþtiyê Bike de bûbû yekemîn û ev çîroka wî jî di vê hejmara kovarê de cih girtiye. Zekî Ozmen bi Xelîl Xemgin re li ser albuma wî ya nû "Ax"ê, Receb Dildar bi siyasetmedar û nivîskar Veysel Çamlibel re û Kak Zêwer jî bi wênesaz Ehmet Roînar re li ser wêneyên wî axivî.
Di kvarê de Zeynep Gambetti, Nevzat Onara, Bahar Þahin, Dr. Omer Uluçay, Azad Arjîn, Bedirxan Epozdemir, M. Ali Iþik, Akman Gedik, Ahmet Yaþaroglu, Fehim Iþik, Ali Çinar, Berat Gunçikan, Mehmet Bakir bi nivîsên xwe cih girtine.
Yek ji aliyên balkêþ a vê hejmarê jî dosyaya ku hatiye amadekirin e. Dosya li ser kurdên 68'an e. Îsal 40'emîn salvegera pêla 68'an e. Di vê 40 salî de heta niha gelek panel hatin li dar xistin, giftûgo hatin kirin. Tîrojê jî li ser vê 40 salî sekiniye lê ji aliyê kurdan ve, rewþa þoreþgerên kurd ên wê demê nîþan daye.
Dosyaya ku bi ser navê "68'ê kurdan, kurdên 68'an" hatiye amadekirin de þoreþger Faik Bulut, Hikmet Bozçali, Ertugrul Kurtçu û Aydin Çubukçu li ser wê demê axivîne, bîranînên xwe anîne ziman, rewþa wê demê, rewþa têkoþerên kurd ên wê deme pêþkêþ kirine.
Ji bo bîranîna wê demê, ji bo noteke nivîsandina li dîrokê dosyayeke balkêþ e.
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.