NAVENDA NÛÇEYAN
Qanûna Sîstema Hilbijartinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ku di civîna Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demî ya di 6’ê çileyê de hatibû qebûlkirin, bi çapemeniyê re hate parvekirin.
Li gorî belgeya hatiye dayîn sîstema hilbijartinê wiha ye:
Sistema hilbijartinan ya Meclisa Zagonsaz ya rêvebiriya xweseriya demokratîk
Beşa yekemîn
Danasîn
Xala yekemîn
Peyvên jêrîn bi armanca têgihiştina vê zagonê bi van wateyan têne bikar anîn
Meclis: Meclisa Zagonsaz ya kantonên rêvebiriyê ye .
Komîserî: Komîseriya Bilind a Hilbijartinan.
Hilbijêr: Hemû hemwelatiyên kantonên rêvebiriya xweseriya demokratîk yê Cezîrê, Efrîn û Kobanê û li wir dijîn û di sicilên kantonê de qeyda wî heye û yên ku mercên dengdana di hilbijartinand de têde peyda dibin.
SicilaHilbijêran a seretayî: sicilê ku têde nav û belgeyên hilbijêran têde heye, ku ji aliyê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ve ji bo lê nêrandinê hatiye weşandin, ev sicil dikare bê red kirin û gilî kirin.
Sicilê Hilbijêran yê Dawiyê: sicilê ku nav û belgeyên hilbijêran têde heye, ev sicil piştî navbera gilîkirinê tê weşandin û nayê red kirin.
Namzet (berendam): her welatiyekî ku qeyda nasnameya wî li herêmeke rêvebiriyê ye û namzetiya wî ji aliyê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ve hatiye pejirandin.
Lîsteya Yekane: lîsteya ku tenê kesek dikare têde namzetiya hilbijartinan bike. Pêwîste ku li ba Komîseriyê qeyid kirî be.
Lîsteya vekirî: lîsteya ku navê namzetên ku hatine ragihandin tê de heye.
Dayreya hilbijartinê: li gor xalên vê zagonê ji bo her herêmekê çend kursî ahtine destnîşan kirin.
Navenda dengdayînê: di hundurê dayreya hilbijartinê de, cihên ku komîseriyê jibo dengdayînê destnîşan kiriye.
Xala duyemîm
Armancên vê zagonê wiha ne:
1- Da ku hilbijêr karibin nûnerên xwe ji Meclisa Zagonsaz hilbijêrin.
2- Di beşdariya di hilbijartinê de wekhevî pêk we re.
3- Parastina mafên namzet û hilbijêran.
4- Misoger kirina dadmendî, azadî û duristiya hilbijartinan.
5- Pêvajo û xebatên hilbijartinê bi zagonê bêne parastinê.
Beşa duyemîn
Mafê hilbijartinê
Xala 3`yemîn
1- Li herêmên rêvebiriyê her welatiyên ku mercên di vê zagonê de hatine detnîşan kirin têde peyda dibin, bêyî cudahiya zayend, nîjad, netew, ol, bawerî, rewşa abûrî û rewşa civakî, mafê wî yê hilbijartinê heye.
2- Her hilbijêrek mafê xwe yê dengdanê bi awayekî azad rasterast û veşartî pêk tine, nabe ku tu kes li şûna yekî din dengê xwe bide.
Xala 4`emîn
Yê hilbijêr pêwîste ev merc têde peyda bibin:
1- Welatiyê sûriyê be û nişteciyê herêmên girêdayî rêvebiriyê be.
2- Ehliyeta wî temam be.
3- 18 sal temam kiribe.
4- Li gorî xalên vê zagonê û biryarên komîseriyê di sicilên hilbijêran de hatibe qeyd kirin.
Xala 5`emîn
Dengdan li hemû herêman di rojekê de çêdibe.
Xala 6`emîn
Dema hilbijartinan ji aliyê komîseriya Bilind ve û bi erêkirina Meclisa Zagonsaz tê destnîşan kirin û beriya wê bi 90 heta 150 rojan bi rêya çapemeniyê tê ragihandin.
Beşa sêyemîn
Mafê namzetiyê
Xala 7`emîn
Mercên ku ji bo hibijêran hatine destnîşan kirin, ji namzetn jî pêkaninin, û ji bilî wê jî:
1- Pêwîste di dema namzetiyê de temenê wî 22 sal bin.
2- Pwîste durist be û bi tu sûcên kirêt ne hatine darizndin.
3- Pêwîste xwendin û nivîsandinê zanibe.
4- Pêwîste ne endamê hêzên çekdar yan saziyên ewlekariyê be.
Xala 8`emîn
1- Komîserî daxwaznameyan lêkolîn dike û piştî 15 rojan derbarê wan de biryara pejirandinê dide.
2- Daxwaznameyên namzetan ji aliyê komîseriyê ve têne erê kirin.
Xala 9`emîn
Hijmara namzetan pêwîste ji 2 qatên hijmara kursiyên ku ji her dayreyekê re htine destnîşan kirin ne zêdetir be.
Beşa çaremîn
Daîreyên hilbijartinê
Xala 10`emîn
Meclisa Zagonsaz ji 101 kursiyan pêk tê, ji niha heta çêkirina serhijmrtinê, jibo her 15 hezar kesan kursiyek hatiye destnîşan kirin.
Xala 11`emîn
Namzetî li gor Sistema lîsteya vekirî tê kirin û hlbijêr dê dengê xwe bide wê lîsteyê. Hilbijêr dikare navan ji lîsteyeke din temam bike, navên dawiyê yên zêdeyî hijmara kursiyên ku ji dayreyê re hatine destnîşan kirin dê bêne rakirin.
Hijmara jinan di her lîsteyekê de ne kêmî 40% be. Nûneriya jinan di meclisa zagonsaz de jî ne kêmê 40% be.
Di lîsteyan de pir rengiya civakî berçav tê girtin.
Awayê belavkirina kursiyan
Di vê zagonê de kotaya nûneriya her pêkhateyeke kantona Cezîrê di meclisa zagonsaz de hatiye misorger kirin. Li gorî wê:
Pêkhateya Suryanî (Asûrî, Kildanî û Aramî) sedî 10
Pêkhteya Ereb sedî 10
Pêkhateya Kurdî sedî 10
Pêkhateyên din û Tiknokrat sedî 5
Beşa pêncemîn
Sicîla hilbijêran
Xla14`emîn
1- Komîserî pêwîste hilbijêrên ku mercên di vê zagonê de hatine destnîşan kirin têde peyda bibin, qeyd bike.
2- Komîserî bi alîkriya navenda komîseriyê ya Ii kantonan, sicilê hilbijêran yê sertayî amade dike.
3- Her kesê ku mercên hilbijartinê pêkanîne, ji mafê wî ye ku navê xwe di sicilî hilbijêran yê seretayî de qeyd bike û ji mafê wî ye ku pirs bike ka navê wî hatiye qeyd kirin yan na.
4- Her kes navê xwe bi xwe qeyd dike, yan jî li gorî biryarên komîseriyê,
5- Nabe ku hilbijêr di zêdeyî dayreyekê de hatibe qeyd kirin.
Xala 15`emîn
1- Komîserî li gorî belgeyên nû yên ku ji şaredariyan werbigre dê hijmara kursiyên her dayreyekê destnîşan bike.
2- Komîserî ji bo amade kirina sicila hilbijêran, ji niha heta ku serhijmartin çêbibe, agahiyên ku ji deftera malbatê hatine wergirin bikartîne.
Xala 16`emîn
Sicila hilbijêran ku têde navê hilbijêran li gorî alfebeyê hatine rêzkirin li navendên qeydkirinê li cihekî diyar tê daleqandin.
Xala 17`emîn
1- Çi kesên ku navê di sicila Hilbijêran ya sertayî de tune be yan belgeyên wan şaşbin, dikarin serî li komîseriya Bilind bide û gilînameyan pêşkêş bikin da ku navê wê di sicilê de bê danîn.
2- Gilîname li gorî xalên vê zagonê di nava demeke ku komîserî dê destnîşan bike de têne pêşkêş kirin.
3- Komîserî di nava demeke ku komîserî dê destnîşan bike de bersiva gilînameyan bide. Biryara komîseriyê dikare li pêşiya Meclisa komîseran bê red kirin.
Xala 18`emîn
Sicilê hilbijêran ên seretayî piştî ku navbera redkirinê û gilî kirinê derbas dibe, dibe sicila dawiyê yê hilbijêran û li gorî wê dengdan tê kirin û ji hêla komîseriyê ve li navendên qeyd kirinê tê belav kirin.
Beşa şeşemîn
Propagandaya Hilbijartinan
Xala 19`emîn
Li gorî xalên vê zagonê ji mafê hemû namzetan e ku propagandaya hilbijratinan bikin, dema propagandayê ji roja ku komîserî lîsteyên namzetan erê bike destpê dike û berî dengdanê bi 24 saetan radiweste.
Xala 20`emîn
Propagandaya hilbijartinan ji bacê tê efû kirin.
Xala 21`emîn
Şaredariyên herêman bi alîkariya komîseriyê cihên ku nabe propaganda lê bê kirin destnîşan dike. Li navendên dangdanê, belavkirina daxuyanî, program û wêneyên namzetan qedexe ye,
Xala 22`duyemîn
Komîserê dayireyan, rêvebirên herêmê nabe ku erkdariya xwe, pere û alavê xwe yan yê dewletê yan jî saziyên leşkerî û ewlekariyê ji bo propagandaya hilbijartinan a hin namzetan bikar bînin û bandorê li hilbijêran bikin.
Xala 24`emîn
1- Roja dengdanê nabe ku tu hilbijêr bi xwe yan bi rêya hin kesên din belavok, program û kartan belav bike.
2- Nabe ku tu xebatkarên rêvebiriyên herêmî bi xwe yan bi rêya hin kesên din programên hilbijartinan belav bike.
3- Namzetên ku di lîsteya namzetan de ne hatibe qeyid kirin, nabe ku belavok, program û kart bi navê wî bêne belav kirin.
Beşa 8`emîn
Hukmên giştî yên dawiyê
Xala 25`emîn
Eger hate xwestin ku dengdan bi awayê Elektronîk pê bê, komîserî dê di derbarê dengdan û hijmartina dengan de biryar bide.
Ji bo ku xalên vê zagonê bi hesanî pêk bê, komîserî dikare fermanan bide.
Ev zagon ji roja ku bête erê kirin pêkane, bi rêya çapemeniyê tê weşandin. Çi biryarên ku ne li gorî xalên vê zagonê bin bê bandorin û nayên pêk anîn.
Sedemên girîngiyê
Ji bo pêkanîna hilbijartinên azad û durist da ku hilbijêr karibin iradeya xwe pêk bînin. dûrî bandorên derve rê li pêşiya pêşbirka rewa bê vekirin. Da ku demokrasî bê bilind kirin ev zagon hatiye saz kirin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Li Rojavayê Kurdistanê ev Wezaret dê bêne sazkirin
- Vane xalên Zagona Bingehîn a Kantonên Rojava
- Zagona Bingehîn a Rojava hate qebûlkirin