3 mebûsên din ên BDP'ê hatin berdan
AMED
Li ser biryara Dadgeha Zagona Bingehîn 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Mebûsên BDP'ê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û Kemal berdan.
Dadgeha Zagona Bingehîn biryar da ku mafê mebûsên BDP'ê Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaþ hatiye binpêkirin. Heyeta Dadgehê bi sedema "Dema girtina wan a maqûl derbas bûye" û li gorî xala fikra yekemîn a xala 67'an a Zagona Bingehîn, fikra 7'an a xala 19'an hatiye îhlalkirin biryar da ku mafê wan hatiye binpêkirin.
Dadgehê dîsa biryar da ku 5 hezar TL bidin wekîlan. Li ser biryara Dadgehê parêzerên Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaþ ji bo muwekîlê wan serbest bên berdan serî li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dan. Li ser vê yekê Dozgeran jî xwest 3 mebûsên BDP'ê û serbixwe Irmak, Sariyildiz û Aktaþ bên berdan û dosya ji bo 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran þand. 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku berê daxwaza dozgerên komarê ya berdana 3 mebûsan red kiribû vê carê biryar guhart û biryara berdana wan da.
Her sê mebûsên BDP'î îro gere ji girtîgehê derkevin. Bi vî awayî hemû mebûsên BDP'ê yên girtî têne berdan.
Siyasetmedar Hatip Dicle ku ew jî hatibû hilbijartin ji ber cezayê mebûsiya wî hatibû betalkirin.
Her wiha hê gelek þaredar, endamên meclisên þaredariyan û gelek siyasetmedarên kurd ên din jî girtî ne.
Ji bo Þaredar Karatekîn serî li dadgehên dan
Her wiha ji bo berdana Þaredarê Kayapinara Amedê Zulkuf Karatekîn parêzeran serî li Dadgeha Zagona Bingehîn da.