Diyarname
Folklora neteweyekî dewlemendiya çand, wêje û şaristaniya netewekî ye. “Folklora Kurdî” yek ji wan xebatên Sadiq Bahaeddîn Amêdî (1918 Amedîye-1982 Bexda) ye ku berî niha bi 50 salan hatiye çapkirin. “Folklora Kurdî” niha ji aliyê nivîskar rewşenbîr Ziya Avci ve ji tîpên Erebî ji bo Latînî hat veguhestin û pirtûk ji Weşanên Lîs derket. Di esnayê tîpguhêziyê de, ji bo ku qîmeta berhemê ya folklorîk û ew devoka pê hatiye nivîsandin bê parastin, devok û awayê nivîsandina bêjeyan hatiye parastin.
Mijarên di vê berhemê de derbas dibin, bi sê mijaran tê parvekirin Beşa yekem, destanên kurdî yên bi nav û deng ên wekî Memê Alan, Zembîlfiroş, Kela Dimdimê, Sîseban û her wekî din in, ku waryantên wan ên cihê cihê yên di Herêma Behdînan û di nav xelkê de tên gotin in.
Beşa duduyan, gelek çîrok an destan hene û mamoste Sadiq Bahaeddîn dibêje ku ji “Defterêt Cegerxwîn hatine veguhastin”. Tarîxa veguhastina wan salên 1960’î ne. Zimanê van çîrokan jî ê Hawara Mîr Celadet Bedirxan e.
Beşa sêyemîn jî, çîrok û destanên gelêrî yên di nav xelkê de tên gotin in. Çîrok û destanin bi qîmet û gelek mezin in. Taybetmediyeke gelek tekane ya ji bo wêjeya kurdî di van çîrok û destanan de heye; ew jî gotina wan hem ya bi kilamkî û hem jî bi awayê adetî ya normal e. Ev kilamên han xwediyê wezneke taybetî ne. Ev karekter tenê di kilamên çîrokî û destanên kurdî de tên dîtin. Ji ber vê yekê jî ev berhem dê bi kêrî pispor û lêkolîneran were.
Sadiq Bahaeddîn Amêdî, yek ji wan zanayê hêja yê Herêma Behdînan a başûrê Kurdistanê ye ku bi salan gelek bi dil û can, xizmeta zaravayê kurmancî kiriye û di vî warî de ji bilî kitêban, çendîn makaleyên wî yên gelek hêja hene, ku di kovarên cihê cihê yên kurdî de hatine weşandin.
Weşanên Lîs ragihandiye ku dê kuliyata Sadiq Bahaeddîn Amêdî çap bike.
Folklora Kurdî / Sadiq Bahaeddîn Amedî / Folklor / 387 rûpel