Diyarname
Li gor agahiyên Komîsyona Hilbijantinê ya Navendî ya BDP'ê xebatên wan temam bûne û vê hefteyê berendamên xwe yên şaredariyan eşkere dikin.
Ji bo eşkerekirina berendaman du roj diyar kirine: 25 û 26'ê vê mehê,
Roja 25'ê mehê li Wanê dê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin û berendamên şaredariyan ên herêma Serhedê û van bajaran bê eşkere kirin: Agirî, Culemêrg, Îdir, Mûş, Qers, Erdexan, Erzerom, Bedlîs, Wan.
Roja 26'ê mehê jî dê li Amedê civîna çapemeniyê li dar bikeve. Di vê civînê de jî dê berendamên bajarên wekî Amed, Riha, Mêrdîn, Batman, Çewlig, Elezîz, Sêrt, Şirnex, Entab, Semsûr, Mêrsîn û Konya bêne eşkerekirin.
BDP'ê diruşma xwe ya vê hilbijartinê wekî "Bi rêveberiya xwe bi xwe, ber bi nasnameya azad ve" diyar kiriye.
Roja berendam bêne eşkerekirin emê di cih de ragihînin we.


