Yuksekovahaberê tehdîd dikin
Diyarname
Malpera Yuksekovahaber ku li nav malperên herêmî yêk ji yên herî navdar e rastî tehdîdê hat. Vê sibê hin kes/an 2 guleyên çekên nêrînê danîn ber deriyê ofîsa wê. Dema ku Midûrê Karê Nivîsaran yê Yuksekovahaberê Zekî Dara û nûçegîhan Kadir Kaya serê sibê çûn ofîsê li ber derê 2 gule dîtin.
Rojnameger Zekî Dara da diyar kirin ku ji ber nûçeyên ku di dema dawiyê de tên weþandin hinek aciz in û got: “Wekî her sibehê dema ku em hatin ser karê xwe, hinek kesan du guleyên çekên nêçîrê danîne ber deriyê me. Bi vê yekê dixwazin Rojnameya Nûçeyan a Geverê a dengê gelan bitirsînin. Fikra me ew e ku ji ber nûçeyên van demên d awiyê ev yek hatiye kirin."
Polîsên ku hatin ofîsê piþtî lêkolîn kirin, derketin çûn.