Þandeya MGRK û Tev-Demê bi Barzanî re hatin cem hev
HEWLÊR
Þandeya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî re hat cem hev. Þandeya MGRK'ê û ENKS'ê dawî li roja yekem a hevdîtinên xwe yên li Baþûrê Kurdistanê anîn û dê sibe hevdîtinên xwe dewam bikin.
Di encama hevdîtina di navbera Koma Civaka Kurdistan (KCK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku pêk hatibû îro þandeya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) bi Serokê Herêma Fedral a Kurdistanê Mesûd Barzanî re hat cem hev. Þandeya MGRK'ê û TEV-DEM'ê ji Endamên Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl û Îlham Ehmed, Endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî Xerîb Hiso û Hevserokên Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistaê Ebdulselam Ehmed û Sînem Mihemed û nûnerê PYD'ê li Baþûrê Kurdistanê Cefer Henan pêk dihat. Heserokê PYD'ê Salih Muslim ji ber ku di heman demê de li Paytexta Rusya Moskoyê hevdîtin pêk tanîn tevlî civînê nebû.
Þande bi Serokê Herêma Fedral a Kurdistanê Mesûd Berzanî re hate cem hev. Her wiha Þaredarê Bajrê Mezin a Amedê Osman Baydemir û Perlementera Serbixwe Leyla Zana ku li Hewlêrê bûn jî tevlî civînê bûn. Piþtî saeta yekem a civînê hin nûnerên ENKS'ê li ser navê partiyên xwe tevlî civînê bûn. Hate gotin ku di hevdîtinê de mijarên wekî helwesta Serokatiya Herêma Baþrûrê Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê ya derbarê þoreþa Rojava, girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka, girtina sînor li pêþiya Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, her wiha mijarên tevlîbûna kurdên Rojava bi yek þandeyê û li ser navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) di civîna Cenevre 2 de hatin gotûbêjikirin. Her Wiha di hevdîtinê de bi awayekî berfireh projeya Xweseriya Demokratîk a Rojava hate nîqaþkirin.
Nûnerên ENKS'ê li ser navê partiyên xwe amade bûn
Hêjaye gotinê ku piþtî saetek di ser hevdîtina Þandeya MGRK'ê û TEV-DEM'ê bi Barzanî re derbas bû Serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdulhekîm Beþar, Serokê Partiya Azadî Mustefa Cuma, Sekreterê Yekîtî Ibrehîm Biro, Serokê Partiya Pêþverû ya kurd li Sûriyê (PDPKS) Hemîdê Hecî Derwêþ û Cîgirê Sekretrê Partiya Yekîtiya Demokrata kurd li Sûriyê (Elwehdê) Mistefa Meþayîx tevlî civînê bûn. Hate gotin ku rayedarên ENKS'ê yên ku tevlî civînê bibûn diyar kirin ku ew ne li ser navê ENKS'ê tevlî civînê bûne û gotine "Em li vir nûnertiya partiyên xwe dikin."
Tê payîn ku sibe þandeya MGRK û TEV-DEM'ê civînên xwe dewam bikin.
ANHA