logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Pirtûka “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” derket
  2. 'Armanca kargehê konteksteke berfireh a neteweyî ye'
  3. Rojnameger Hifzi Topuz mir
  4. FîlmAmed: Li Amedê dema dema temaşekirina belgefîlman e
  5. Derhêner jî ji festîvalê vekişiyan
news-details

Çavdêriyeke li ser bijarteyên 'Bindest'

  • Dîrok: 13/12/2013
  • Beş: Serbest

Mihemed Keske 


Di dîroka civakan de, civaka serdest dixwaze bi hemû afirandinên civaka bindest bilîze û vê yekê wekî mafekî xwezayî ji xwe re dibîne yan jî wiha pêşkêş dike. Afirandinên bindestan ji aborî heta çandî xenîmeteke bêxwedî tê dîtin û diziya ji wê xenîmetê tê kirin bêsînor e. Ev diziya keda civaka bindest di xalên bêhejmar de didome. Di nava van xalan de mijara "bijarteyên bindest" xwedî roleke asayî ye. Girîngiya mijara bijarteyên bindest ev e ku, ew bi xwe jî, ji xwe didizin û didin hêla serdestan. Ji hêleke din ve, ev cîguhertina bijarteyan, bi şopandineke civaknasî li ser guhertina cîvakê jî derfetên fêmkirinê dide mirov.

Wilfredo Pareto, civaknas û ekonomîstekî îtalyan e û bi fikrên xwe yên tûj ên li ser civakê tê naskirin. Pareto, di derbarê kesên bijarte de -li gora wî yên li ser civakê herî bi bandor in-  ji nêz ve eleqedar dibe. Di nava mijarên wî de kesên “bijarte” cihekî taybet digirin û di vê babatê de “bijarteyan” dinirxîne. Ew dibêje, "Kesên bijarte; pere, zanîn û hêzê kontrol dikin û hêza xwe jî ji van amûran werdigirin. Dîsa bi tesîra van amûran, di nava civakê de cî diguherînin û di hundirê civakê de tevdigerin.”

Ji bo mijara me, ya herî balkêş ew e ku kesên bijarte, dema terefê xwe diguherînin rasterast têkiliya wan bi deshilatdariyê re heye. Deshilatdarî ji bo ku serdest bimîne divê ku bi domdarî xwe nû bike yan jî li gora pêdiviyên xwe dest bavêjin hin qadên nû. Divê ku mejiyê statîk bi mejiyê dînamîk ve biguherin. Ev jî bi riya bijarteyan pêk tê. Ji bo ku erka xwe bidomînin, li gorî pêdivîyên demê û civakî hin guhertinan pêk tînin. 

Deshilatdarî bi vê riyê du tiştan dike: Yek jê, xwejinûveavakirin e, yan jî xwenûkirin e; ya din jî, deshilatdarî bi vî rengî li bêhêzkirina yên dijî xwe bikar tîne. Derfetên civaka bindest jixwe ne zêde ye ku têra xwe bijarteyan biafirîne, yan jî bijarteyan bi xwe ve girê bide. Civakên bindest bijarteyên ku ji nava wê derdikeve nikare di destê xwe de bigire. Ji ber ku tiştên bijarteyan cezb dike û dikişîne li cem deshilatdaran heye. Lewma jî her tim gewdeyê civaka bindestan mezin û serê wan biçûk dimînin. 

Dema ku wekî civakeke bindest em rewşa kurdên Tirkiyeyê li ber çavan bigrin -û em xwe jî ji vê nerînê tu car bi dûr nexin- ew kesên ku bêhna bijartebûnê ji wan tê, yan jî hêvî û pêjna wê bêhnê li xwe dikin, bi deshilatdaran re, dikevin nava dîyalogê û dest bi muzakereyên lihevkirinê dikin. Wê gavê namzetiya bijartebûnê, xwe ji nû ve ji bo hevkarîya desthilatdarîyê amade dike û hêlên xwe yên ku wê ji deshilatdaran re tehl were, bi lezgînî ji xwe diqurmiçîne û davêje. Ew kesên berandamên bijartebûnê, bêyî ku desthilatdarî van tiştan jê bixwaze, ew xwe bi xwe berê xwe  ji pêdivîyên civaka xwe diguhere.

Mirov dikare van kesên “bijarte” di nava siyasetmederan, rojnamegeran, hunermendan, akademîsyenan, bazirganan û hwd de lê rast were. Bijarteyên ku ji pir cureyan pêk tên, bi qasî hejmara van cureyan xizmetê ji civaka serdest re dikin. Di nava van cureyan de hin kesên “trajîk” jî hene. Wekî akademîsyenên “bijarte”, ji bo ku xizmeta xwe karibin bikarbînin, divê rêgeza zanîna xwe red bikin an jî berovajî bikin. Ji bo mijar xweştir bê fêmkirin, em dikarin ji van şexsan jî yekî bişopînin. Wekî mînak: Mazhar Bagli… Taybetiya tevger û helwesta Mazhar Bagli ew e ku, bi riya siyaseta deshilatdaran ve dimeşe, di van salên dawî de wekî “bûyereke” Wilfredo Pareto jî qal dike derdikeve  pêşberî civaka bindest. Piştî ketiye bin banê erka desthilatdariyê, bêtir bi "hêz" û "nav û deng" bûye. Ya ku vê mînakê balkêştir dike jî ev e ku beşa wî civaknasî ye. Ev kes,  ji wan kesên ku bi “rastî û bûyerên” civakê, bi riya zanîna civaknasiyê li civaka bindest dinihêre û wê şirove dike; ku dîtinên wî, ne li gora berjewendiyê deshilatdaran be, wê bike ku nebîne. Wê çaxê tenê civaknasî ji bo bazareke xurt, wekî qozekî di destê namzetê bijartebûnê de li hember desilatdar dimîne. Ku ne wiha bûya diviyabû civaknasiya wî, wê nêzîkî fêmkirina êş û rastiya civakê bûya! Ma ne ji ber vê yekê bû ku xefika kurdan, bi lingê Beşîkçî ve teqiya û jiyana wî berovajî kir? Beşîkçî, di nava dîtin û gotinê de bi etîk tevgeriya û ji ber vê yekê deshilatdaran bi awayekî  erd û asîman lê teng kirin. Tenê ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku, Mazhar Bagli ne mirovekî kurd bûya, ew ê ji terefê desthilatdariyê ve qedrê zanyarekî civaknasî nestandibûya! Ku ji zanîna civaknasiyê xweş fêm kiribûya û bi civaka xwe bizanibûya, çima nikare nêrînên ku Îsmaîl Beşîkçî berî 40 salan dîtiye nikare bilev bike? Dîsa dizane ku desthilatdarî kîjan deriyan li ber wî vedike -derîyê li ber Beşîkçî vebûye kifş e- û kîjan derî li ber wî têne girtin, ew bi van tiştan xweş dizane.  Ku civaknasiya xwe nexistibûya bazara desthilatdariyê, wê tenê rêgeza civaknasiyê jî ew bi êş û xetera ku gelê wî tê de ye bihesandina. 

Em dikarin Mazhar Bagli, wekî mînakek “bijarteyên serdestiyê” bi nav bikin û hemû diyalog, muzakere û lihevkirinên wî yên bi serdastan re nîşan bikin. Ku mirov hinekî din loqal li vê meseleyê binihêre, mirovê bibîne ku di her kesên “bindest” ên wekî vê mînaka Mazhar Bagli de, wê heman şopê di xwe de jî bibîne. Ji ber ku ji nav bindestan mirov "hilkişe" bibe hunermendekî maqûl, yan jî bibe yekî "navdar", bibe bazirganekî ku bixwaze bazara xwe mezin bike yan jî kar û berê xwe xweştir bidomîne; yan namzetiyeke bi riya akademîsyeniyê bi dest bixe û xwendina akademiyeke bi hêsanî kuta bike û hwd… Mirov dema di civakeke bindest de bijî û têkeve nava kîjan liv û tevgerên bijartebûnê, bi awayekî dibe hevkarê desthilatdariyê. A soxî, her kesek ji me bindestan, li gora hêza xwedîkirina xwe, di hundirê xwe de konsensusekê bi deshilatdariyê re dinixumînin û îradeya parastina mafê gelê xwe dikin tawîzek ji bo pêlikek bijartebûnê.


Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 09 2023

Tabloyên ku wênesazên jin ên kurd çêkirine

news
  • 03 09 2023

BRICS dê cuda be

news
  • 28 08 2023

Rizgan mîna Raskolnîkov li xelasiya xwe digere

news
  • 22 08 2023

Qirikek zêrîn ji deşta Germiyanê: Şukir Xeyat

news
  • 21 08 2023

Nivîsên nîveka pêşî ya vê mehê...

news
  • 19 08 2023

Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”

Nivîsên Nû
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Zend: Xanî û felsefeya îslamê û kelam

ad

Ew lehengên me ne

ad

Guleya 10'emîn balkêş e!

ad

Li Rihayê her tişt qedexe ye!

ad

Zahîn Kayan wê helbestên xwe bixwîne

ad

Deqeya dawî: Li Agirî ev 15 car deng têne jimartin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûka “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” derket

  • 26 09 2023
news

'Armanca kargehê konteksteke berfireh a neteweyî ye'

  • 26 09 2023
news

Rojnameger Hifzi Topuz mir

  • 26 09 2023
news

FîlmAmed: Li Amedê dema dema temaşekirina belgefîlman e

  • 27 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname