Diyarname
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û mebûsê BDP'ê ji bo pêşberendamtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê eşkere kir.
Turk wisa got: "Min biryar da ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê bibim pêşberendam. Ligel 11 hevalên min em dê pêşhilbijartinê pêk bînin. Em di nav pêşbaziyê de ne, ez ji bo hevalên me yên din serketinê dixwazim. Min biryar da, ezê beşdarî pêşberendamtî bibim. Ji ber ku qedexeya min a siyasî heye ez dê serbixwe beşdar bibim. Di dawiyê de derketina vîna gel ji bo me girîng e. Ez jî wekî hevalên me yên din ezê biryara delegasyon û biryara gelê me qebûl bikim."