KELAR
Li navçeya Silêmaniyê Kelarê rojnamegerê bi navê Kawa Germiyanî di encama êrişekî bi çek de mir.
Çavkaniyeke herêmî agahî daye ANF’ê û wisa gotiye : “Pêş çend deqeyek li niha li taxa Serkewtinî a Kelarê komek çekdarên nasnameya wan ne diyar li pêş deriyê mala wî, rojnamegerê bi navê Kawe Germiyanî, dane ber guleyan û ew li cihê miriye.”
Heman çavkanî diyar kiriye ku rojnameger Kawe Germiyanî edîtorê govara Rehêl e. Cenazeyê Germiyanî ji bo lêkolînê niha li nexweşxaneya Kelar e.
Muqedem Hesen berpirsê giştî yê polîsên Germiyan ev êrîş piştrast kir û ji bo ANF’ê ragehand ku rojnameger Kawe Germiyanî îşev li gorî saeta herêmê di saet 21.40’an de li pêş dergehê mala xwe li taxa Serkewtinî bajarê Kelarê ji aliyê çend çekdarên nasnameya wan ne diyar ve hatiye gule baran kirin.
Li herêmê girêdayî bûyerê polîsan dest bi lêgerînê kirin.