Razi Canikligil / New York*
Yek ji top modela navdar Ruslana Korshunova li DYA'yê, li pencereya mala xwe xwe avêt xwarê û întîxar kir.
Ruslana Korshunova ku bi eslê xwe kazak e li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) dijiya. Korshunovaya 20 salî ji pencereya mala xwe ya qata nehan xwe avêt xwarê û întîxar kir.
Ew heta niha ji bo kovara fransiz Elle û ya rus Vogue bûbû berg, di reklamên markeyên navdar ên dinyayê de cih girtibû, rengê xwe li katalogên wan kiribû.
Pişkî întîxara Korshunova hevalek wê axivî û wisa got: "Ew yek ji mirovên herî baş a dinyayê bû. Ez hê di şokê de me. Tu sedemeke ku ji bo întîxar bike nîn bû. Dinyayê miroveke xwe ya taybet winda kir."
Dergevanê avahiya ku Korshunova lê dijiya jî got ku ew kesek nazik bû û wisa got: "Her gav digot merheba û oxir be. Her wiha ew pir û pir xweşik bû."
*Ji Hurriyetê hatiye girtin