Sîdar Jîr
Mijara wêjeyê mirov e û ew jî bûnewerek e di nava civakê de. Wekî gelek faktoran, wêje jî faktoreke çandî ya ku bingeha civakî pêk tîne. Alîkariya wêjeyê ji bo pêÅŸveçûna sazûmaniya civakî gelekî girîng e. Ji ber ku nirxên civakî û çandî bi saya wêjeyê ji nifÅŸekî xwe digihîne nifÅŸekî din. Ji ber vê yekê jî, ji bo ku valahiyeke çandî pêk neyê û bîra civakî (ya dîrokî/çandî) zindî bimîne, wêje xwedî risteke gelekî girîng û sereke ye. Wê gavê mirov dikare wêjeyê bi awayekî civakî wisa pênase bike; Wêje ji bo nûkirin û avakirina civakekê dikare bibe pêngava destpêkê.
Heger wêje ew yek be, ku bihêle bîra civakan zindî bimîne, wê demê divê wêjekar jî hay jê hebe ku wêjeya ku ji kana xwe û kaniya xwe xwedî nebe, tu caran nikare li hember wêjeyên civakên din bibe xwedî karakterekî xurt.
Di vê xwedîbûna ji çavkaniyên xwe yên resen de, divê haya wêjekar jê hebe ku wêjeyeke ji nirxên xwe yên ramyarî û estetîkî kedî bûye û derketiye qadeke gerdûnî, dikare di nava civak û neteweyên dîtir de jî bibe amûrekî temsîliyeta civak û neteweya xwe.
Yanî tiÅŸtekî berbiçav derdikeve pêÅŸberî me ku wêjeyeke xurt bi hêma û hest û têgihên ji derveyî “civaka resen” nikare wêjeya wê civakê ber bi gerdûnîbûnê ve bibe. Berovajiya wê yekê, ji civaka resen ber bi ya derveyî de gerdûnîbûna wêjeyî pêk tê. Yanî ji herêmî ber bi gerdûnîbûnê ve ye.
Leheng, karakter, mekan û mijarên ji “civaka resen” dikarin wê civakê bi wêjeya xwe di qadeke gerdûnî de temsîl bike. Ji bo têgihîÅŸtina vê yekê bersiva pirsa “Berhemeke wêjeyî ku tesîrê li civaka xwe neke ew ê çawa tesîrê li civakên din bike?” dikare bêhtir vê yekê ji hev veçirîne.
Ji ber ku berhemên wêjeyî hemû aliyên derûniya civakî ku di nava serdemên dîrokî yên berfireh de pêk hatine, ÅŸêweya jiyana wê civakê, hest û ramanên wê civakê bi hûrgilî di nava xwe de dihewînin. Lewma jî ev yek ji aliyekî ve nivîskar neçarî kodên di nava civaka xwe de dike ku ev jî rewÅŸeke gelekî normal e. Jixwe wêje encax dikare bi van kodên xwe yên resen ên civakî bibe xwedî giranyeke girîng ji bo jinûvesazkirina civakê.
Bi awayekî civaknasî jî geÅŸbûn û vepejilîna wêjeyê encax di civakake ku xwedî nirxên xwe yên xweser û sazûmaniyeke resen de pêk were. Li gorî vê yekê jî berhemeke wêjeyî, belgeyeke ku berhema mercên civakî ye. Wê gavê divê berhemdar, berhem û mercên wêjeyê ji aliyê civakî ve tim li ber çêv be. Bi vî awayî têkiliya wêje û civakê dikare xurtir (bi)be.
Kemîna ku di vê çarçoveyê de li ber nivîskaran vegirtî rewÅŸên populer ên heyî ne. Di serî de deformekirina kodên çandî dike ku civak û wêje ji hev dûr bikevin, li pey wê dûrketina ji wan kod û nirxan wê dûrketinê bileztir dike.
Bêguman bi awayekî giÅŸtî wêje gerdûnî ye, jixwe divê wisa be. Lê gerdûnîbûna berheman ji herêmî ber bi giÅŸtîbûnê ve diçe.
Yanî bi kurtasî ku gerdûnîbûn ji herêmîbûnê dest pê dike, wê demê ji navê(n) leheng(an) bigire heta yê(n) mekan(an), ji bûyeran bigire heta xwe digihîne bêhna deÅŸt û çiyayan, ji cil û bergên lehengan heta xwe digihîne ÅŸîn û ÅŸahiyên civakê, divê kodên wê civakê neyên deformekirin. Heger ew kod hatin deformekirin, wê demê ew wêje ji koka xwe dûr dikeve, ji rista xwe ya ku bîra civakî zindî dihêle dûr dikeve û dikeve pey popularîteyeke ku wêjeya gerdûnî wê qet qebûl nake.
Ji ber vê yekê dûrketina ji “çanda resen” dikare bi hêsanî berhemê ji “civaka resen” dûr bixe. Ji lew re her çand, li gorî feraseta xwe jiyanê distrê û dirûv dide.
Ev nivîs di Azadiya Welat de jî hatiye weÅŸandin
***
Nivîsên Sîdar Jîr ên ku berî vê di Diyarnameyê de hatiye weÅŸandin:
- BERPIRSIYARIYA WÊJEKARAN
- Kurtebersiva Wêjeya ÅžoreÅŸê