'Her fikir li vir xwe tîne ziman'
Cemil Oguz
32'yemîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi merasima vekirinê deriyên xwe vekir. Di vekirinê de Kordînatorê Giþtî yê Fûarê Deniz Kavukçuoðlu got: "Em dikarin ji bo vir bibêjin platforma her cure fikir, bawerî; kursiya qirase ye ji bo van. Ji kîjan bîrdozî, bawerî dibe bila bibe berhemên xwe pêþkêþ dikin. Ji ber ku çalakiyeke wisa me diyarî Tirkiyeyê kiriye ez serbilind im:"
32'yemîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi beþdariya 690 weþanxane, saziyên sivîl îro dest pê kir. Ji bo vekirinê merasimeke hat lidar xistin. Di merasimê de pêþî Kordînatorê Giþtî yê Fûarê Deniz Kavukçuoðlu axivî. Kavukçuoglu ji bo beþdariya her kesî sipasiyên xwe pêþkêþ kir û got: "Em dikarin ji bo vir bibêjin platforma her cure fikir, bawerî; kursiya qirase ye ji bo van. Ji kîjan bîrdozî, bawerî dibe bila bibe berhemên xwe pêþkêþ dikin. Ji ber ku çalakiyeke wisa me diyarî Tirkiyeyê kiriye ez serbilind im:"
Dûre Serokê Weþangerên Tirkiyeyeyê (TYB) Metin Celal Zeynioglu jî li ser pirtûkên ku li Tirkiyeyê têne weþandin îstatîstîk dan, got ku li Tirkiyeyê serê 6 kesî pirtûkek dikeve. Zeynioglu got ku li gor UNESCO'yê Tirkiye bi weþandina 42 hezar cure pirtûkan li dinyayê di nav 12 welatên pêþîn de ye.
Sipas ji bo weþanxaneyên pir reng
Zeynioglu qala çalakiyên aþtiyane kir û got ku ji ber ku ji bo pir rengî, pir cureyî ne her çalakiyên aþtiyane ew piþtgiriya wan dikin û bal kiþand ser gotina Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ku gotibû "Li Parka Geziyê ciwanên ku ji bo hestiyariya hawirê û estetîka bajêr çalakiyên aþtiyane kirine, ez vê çalakiya wan wekî gaveke demokratîk dibînim". Metin Celal Zeynioglu got em jî beþdarî van gotinên Serokomar dibin û wisa got: "Her cure çalakiyên ku aþtiyane bin em piþtgirî didin û emê wan biparêzin. Ji ber ku ev yek bingeha weþangeriyê ye."
Zeynioglu ji bo sipasiya weþangerên beþdarî fûarê bûne jî wisa got: "Weþangerên ku pirtûkên xwe yên ji hemû rengan, nasname û meylan pêþkêþ dikin, ez sipasiya wan dikim."
Vaye ev helbestvan jî heye
Serokê Lijneya Þêwirmendiyê ya TUYAP'ê Dogan Hizlan jî axivî. Hizlan qala e-pirtûkê kir û got ku ligel rewþ diguhere, e-pirtûk derketine jî hê serdestiya pirtûkên çapkirî didome û lêkolînan nîþan dane ku pirtûkên çapkirî ji e-pirtûk ji aliyê maliyetê ve erzantir in.
Hizlan ji bo mêvanên dê bên fûarê jî ev pêþniyar kir: "Her kes li gor fikra xwe, bîrdoziya xwe pirtûkan dixwîne. Lê dema bê fûarê dê bîbine waye ev jî hene. Ji bilî helbestvanê em jê hez dikin, dê bibîne helbestvanên din jî hene. Fûar ev pircureyî, dewlemendî bi xwe re tîne."
Fûar piþtî axaftinan bi merasima birîna qurdeleyê vebû. Di fûarê de li dor deh weþanxaneyên kurdan jî hene. Di fûarê de bi sedan nivîskar dê derkevin pêþberî xwendevanên xwe û pirtûkên xwe îmze bikin. Di van van de nivîskarên kurd jî hene.
îsal Welatê Mêvan ê Fûarê Çîn e. Ji Çînê jî rayedar di vekirina fûarê de amade bûn. Her wiha li ser çanda Çînê dê gelek çalakî li dar bikevin.
Foto: Cemil Oguz
***
Nûçeyên eleqedar:
- Weþanxaneyên Kurdan ên ku beþdarî Fûara Pirtûkan dibin
- Di TUYAP'a Stenbolê a îsal de çalakiyên kurdan
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê hêdî hêdî tê
.jpg)
.jpg)