Diyarname
Ji bo 90 saliya Nelson Mandela bi hezaran kes bi beşdariya hunermendên navdar hatin cem hev.
Ji bo pîrozkirina 90'emîn rojbûna Nelsen Mandela li Hyde Parka Londona Îngilistanê duh êvarê konsereke mezin hate li dar xistin.
Queen û Paul Rodgers, Amy Winhouse, Josh Groban, Annie Lennox, Leona Lewis jî di nav de bi dehan hunermend beşdarî konserê bûn. Bi hezaran temaşevanî bi yek dengî got; "Rojbûna te pîroz be Mandela".
Mandela jî axaftineke kir û wisa got: "Feqîrî û AIDS jî di nav de heta nexweşî hebin, heta mirov di bin zordariyê de bin gelek karên ku bêne kirin hene. Ev êdî di destê we de ye. Ez sipasiya we dikim."
Nelson Mandela jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya reşikan derbas kir. Piştî ku 27 salan di girtîgehê de ma sala 1990'î de serbest hate berdan, 1994'an de bû yekemîn serokê reşik ê Başûrê Afrîkayê. Mandela ku xwediyê Nobelê ye, li dinyayê wekî sembola azadiyê ye.
Wekî not: Pereyên ku ji konserê hatin bi dest xistin dê pêşkêşî weqfa 46664 bikin. Weqfa 46664 li hemberî nexweşiya AIDS'ê têdikoşe.
Konsera mezin hem ji aliyê Cnnworld, hem jî ji aliyê Cnnturkê ve bi awayekî zindî hat weşandin.