Deriyên Bîenalê di cejnê de jî vekirîne
Diyarname
13'emîn Bîenala Stenbolê ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê ve hatiye lidarxistin, di vê Cejna Qurbanê de jî deriyen wê vekirî ne.
Bîenala îsal 13'yê meha borî vebûbû û heta 20'ê vê mehê vekiriye. Îsal yekemîn car kes dikarin bê pere herin li pêþangehan temaþe bikin. Amadekarên Bîenalê biryar dan ku di van rojên cejnê de jî deriyên pêþangehan vekiribîn.
Di bîenala îsal de 88 hunermend û komên hunerê hatine ba hev û hunerên xwe pêþkêþ dikin. Ji bilî rojên duþeman, rojên din vekiriye. Di vê cejnê de pêþangeha li Antrepo 3 her roj navbera saetên 10.00-19.00'an de; pêþangeha li Dibistana Seretayî ya Rûman a Taybet a Galatayê û pêþangeha li ARTER'ê her roj navbera 12.00-20.00'an de vekiriye. Lê yek ji cihên ku Bîanel îsal lê li dar ketiye 5533 dê vê cejnê de girtî be.
Ji bilî pêþangehan hin çalakiyên di çarçoveya Bîenalê de jî bi vî rengî ne:
- 13'ê mehê, roja yekþemê saet 19.00'an de li Dibistana Seretayî ya Rûman a Taybet a Galatayê vokalîst Saadet Turkoz konserek bide.
- 18'ê mehê roja înê li Dibistana Seretayî ya Rûman a Taybet a Galatayê dê nîþandayîna fîlmê bi navê "Aþk Bir Þarki (Evîn Stranek e) yê derhêner Jean Genet bê nîþandayîn. Saeta nîþandayînê 19.30 e.
- Di rojên 19-20'ê mehê de jî li heman dibistanê atolyeya hunermend Ýnci Eviner ya bi navê "Amûrê Çalakiya Hevkar: Etudek" dê li dar bikeve.
- 20'ê mehê saet 19.00 de jî dê Koroçapulportre ligel zarokan performansek muzîkal û teatral li heman dibistanê li dar bixe.
Ji bo agahiyên berfirehtir: