AMED
Diya Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Azîze Baydemîr ku ev demeke tedawî didît, şeva din wefat kir. Cenazeyê Azîze Baydemîr îro li goristana Yenîkoy ya Amedê bi merasîmê hat definkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, malbata Baydemîr, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanka, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Cîgira Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên BDP'ê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, endamên DIAYDER, saziyên civakî û gelek welatî tevli merasîma cenaze bûn.
Cenazeyê Azîze Baydemîr, anîn Mizgefta Goristana Yenîkoy û piştî vecîbeyên olî cenaze birin goristana Yenîkoy. Dema definkirina cenaze endamên malbata Baydemîr rondik barandin. Piştî kar û barê definkirinê malbata Baydemîr û kesên ku tevli merasî bûbûn, çûn Mala Şînê ya Havedaniyan.
Malbata Baydemîr dê 3 rojan li Mala Şînê ya Havedaniyan taziyeyan qebûl bikin.
Birê Ahmet Turk Haco Demo Turk miribû
Van rojan xizmên siyasetmedarên kurd wefat dikin. Duh jî birê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk ê bi navê Haci Demo Turk wefat kiribû.