Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd diçin Rojava
Diyarname
Rêveber û endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo piþtgiriya Rojava îro ketin rê, diçin Rojava.
15 nivîskarên kurd ên rêveber û endamên Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê, vê serê sibê saet li dor 10.30'yan ji Amedê ketin rê û dê biçin Rojava. Heyeta komeleyê di bin Hevserokatiya Mehmet Yilmaz de ev demekê ye ji bo herin Rojava di nav hewldanê de bû. Di dawiyê de vê sibê ji bo herin Rojava ji Amedê ketin rê. Li gor agahiyên ku me ji Yilmaz girtin ewê herin ber deriyê Dirbêsiyê û hewl bidin ku ji wir derbasî Rojava bibin. Yilmaz dibêje ji bo ji wî deriyî re derbas bibin serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê jî dane û destûr xwestine. Dîsa Yilmaz got ku ger destûrê nedin dê ji wir derbasî Baþûr bibin û hewl bidin ji Deriyê Sêmalka derbasî Rojava bibin.
Komeleya Nivîskarên Kurd bi vê hewldanê dixwaze têkiliyê di navbera Rojava û Bakur de xurtir bike, çepera ambargoyê biþkîne, ji nêz ve Rojavayê bibîne û biþopîne.
Di nav kesên ku diçin Rojava de ji rêveberên Komeleyê Mehmet Yilmaz, Remziye Aslan, Rodî Zinar, Hogir Berbir, Gulgeþ Deryasipî, her wiha nivîskarên din Sîdar Jîr, Azad Zal, Eyup Guven, Ýsmail Dindar, Mehmet Deviren, Rizoyê Xerzî, Cihan Yildirim, Feratê Dengizî, Vedat Çetin û Cafer Yamiþ hene. Her wiha Lokman Ayebe ji ber paseportê wî negiha bi wan re neçû, lê li bendê ye ku îro paseportê xwe bigire û xwe bigihîne wan.
Têbinî: Li ser rêwitiya wan agahiyên nû emê pêþkêþ bikin
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.