Diyarname
Seyda Celalettîn Yoyler ku heta niha gelek keda wî ketiye nav têkoÅŸîna kurdî îro li gundê xwe di encama qeyrana dil de wefat kir.
Mela Celaletîn Yoyler di sala 1941'ê de li gundê Xanika Melezgîra MûÅŸê hatiye dinê. Di medreseyên dora MûÅŸê de xwendiye, bi zimanê kurdî, erebî, farisî û tirkî dizane. PiÅŸtî kutakirina medreseyê li gundê xwe Xanika meletî kiriye. Di sala 1994’an, di dema valakirina gundên kurdan de gundê wî jî jê sûde wergirtiye û wî bar kiriye Stenbolê.
Yoyler di sala 1989'an de bûye Endamê Meclisa GiÅŸt^iya MûÅŸê, di sala 1990'î de Serokatiya HEP'ê ya Melezgîrê kiriye û di vê demê de demek li Girtîgeha Erzîncanê girtî jî maye. Yoyler di rojnameyên Azadiya Welat û Demokrasî de kar kiriye, di sala 1997'an de ji bo rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatiye hilbijartin. Wî ligel rêveberiya Enstîtuyê, li Navenda GiÅŸtî ya HADEP'ê û di rêveberiya Komeleya Meleyan ÎDAYDER'ê de jî cih girtibû.
Seyda Celalettîn Yoller ku li ser kurdî jî xebatên wî hene, xebata wî ya herî berbiçav "Åžiroveya Dîwana Melayê Cizîrî" ye ku di sala 2007'an de ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket. Yoyler herî dawî di rojnameya Ozgur Gundemê de qunciknivîskarî dikir.
Seyda Yoyler ku îro li gundê xwe wefat kir, cenazeya wî piÅŸtî nîvro li gund dê bê veÅŸartin.
Foto: Cemil Oguz