Hêza wêjeyê û nasname
Welat Dilken
Civaka kurd a ku di van sî salên dawiyê de, ha ha bi hev de xiliya û dageriya bajaran, bi awayekî ne jidil, bi rêbazeke zorane, ji neçarî û ji bêgaviyê ji civakeke gundî veguherî civakeke bajarî. Belkî di dîrokê de yekem car kurd ew qas bûn niþtecihên bajaran. Ew bajarên ku wargehên þaristaniya çend sedsalekê beriya vê, ya îro û ya pêþerojê ne! Piþtî avabûna komarê ji rengê kurdewariyê hatin þûþtin-paqijkirin û her wisa rengên din jî...
Civaka ku ji gund wekî kurd koça xwe rakir, dema gihîþtin keviyên bajaran ji ew kurdiya wan a ku ji gund bi xwe re anîbûn re derfeta jiyanê tune bû. Ji bo ew civak bi jiyana bajaran re li hev bike, divê nifþek li wan bajaran mezin bibûya. Û ew nifþ mezin bû û bû nifþê bajarî, ango bû nifþe asîmîlebûyî.
Ew nifþ çû dibistanan. Wan zanko û zanîngeh xwendin. Ew nifþê ku îro 20-35 salî ye, bûn mamoste, endezyar, bijîþk, karmend û hwd. Her çiqas ew nifþ asîmîle bûbe jî, bi saya têkoþîna tevgera azadîxwaz a kurd, bi awayekî siyasî be jî wan hay ji xwe hebû-heye, lê çawa û çiqas!?...
Civaka kurd a ku li gund û berî komarê li bajaran xwedî nasname, çand û hunereke xwerû ya kurdewar bû, civaka ku li gund civaka ax û çandiniyê bû, bi riya dawet, þahî, dengbêj, sazbend û zakiran nasname, foklor û qerekterê xwe di qada neteweyî û çandî de dinimand. Lê belê, ew zarokên ku nikarîn ji gundê xwe çend gavan bi dûr bikevin carekê re ji wê çandê qut bûn. An jî ew çand qet nenasîn.
Ên berê gotine “Ku kereng ji kokê qirpiya êdî berê wî ba dizane”
Ew nifþê ku li bajêr mezin bûyî, ku zanîngeh xwendî yan hê dixwîne, û ku hinek jî jê bûne xwedî pîþe, belkî karker belkî karmend, bi lêhaybûna awayê siyasî ya çand û nasnameya xwe, li kuçe û kolanên bajarên kurd û yên metrepolan ketine pey bidestxistina derfet û delîveyên bajarvaniyê û temamkirina qerekterê xwe.
Ji wan hin diçin kursên wêne, hin diçin a gîtarê, hin diçin a tembûrê, hin diçin a þanoyê û govendan. Hinek jê bi hunerê re eleqeder dibin, hinek jê bi siyasetê re. Hinek jî ji bera kar û ji dervayî pîþeya xwe dema xwe ji xwendina sosyolojiyê û hin beþên din re terxan dikin. Lê belê, ji vê lêgerîna xwetemamkirina qerekterî û lêgerîna nasnameyî bes du tiþt li jiyana me zêde bûne, yek qerekterên felsefî û giyan tevlîhev, didu ji kurknebûna mirîþkê re jî peydakirina analîz û dahurandinên pir siyasî!.
Ew nifþ beþek pir mezin a xwendinên wêjeyî, temaþevanên þano û sînemayê, beþdarên çalakiyên hunerî û hwd. pêk tîne. Êdî jiyana wan naþibe ya dema ku bav û diyên wan bi destên wan ve girtin û ew ji gundan rakirin anîn bajaran.
Derfet, amûr û delîveyên ku îro di dest wan de hene ne yên dema zaroketiya wan in. Ji wan her yek ji bo jiyaneke ciyawaz îdîalîst e. Di derbara jiyana civakî û takekesî de xwedî xeyal in û bi gotinê! Ji bo civakê bi xwedî armanc in jî, lê “yê ku li hespê xelkê siwar e tim peya ye”.
Belê, van tiþtên ku min anîn zimên, ew nifþ van tiþtan tevan bi zimanê dagirkerê xwe pêk tînin. Hezkirin û lêgerînên wan, muzîk û sînemaya wan, wêje û helbesta wan, felsefe û siyaseta wan bi zimanê serdestê wan bi gewde dibe. Loma jî kesayetî (qerekter)ê ku di wan de dirûv girtiye þikestiye, beloq dixuye. Ku em bala xwe baþ bidin vê kesayetiyê em ê binînin, ku wêje, huner û perwerdahiya asîmîlekar ew qerekter ava kiriye. Ango wî/wê qerekterî/ê êdî wekî asîmîlebûn pejirandibe û bi nasnameya ku dagirker jê re layîq dîtiye dijî. Eger ku angaþtên-îdayên wî nifþî yên ku bi tirkî dibêje “ez kurd im” û bi siyasetê re eleqebûna wan jê bistînî li holê tu nîþan namînin, ku ew kurd e/in. Ji ber ku zimanê jiyanê yê vî nifþî biyanî ye. Eger ku ziman rih e, rihê wî nifþî jî bûye rihekî biyanî.
Dagirkeran, wan ew nifþ bi ziman, wêje û hunera xwe ji me stendin û divê em jî...
Pêþiyan gotiye, “her giya li ser koka xwe þîn tê”
Pirs ev e: Gelo wêjeya kurd dê çi û çawa bike, ku wî nifþî û nifþên li pey wî yên ku hino hino mezin dibin bîne ser nasname û qerekterê wan ê resen-esas?
Wêje û bi pê ve girêdayî hunera kurd, dê wî nifþî û nifþên nû çawa ji wê kesayetiya þikestî û beloq û ji wê giyana tevlîhev a nêzî qeyran rizgar bike û wan bike xwedî nasnameyeke bi qerekter?...
Naye înkar kirin, hêza wêjeyê û bi pê re ya hunerê ya vê yekê heye, lê bi kîjan wêje û hunerê, û çawa???...
welatdilken@hotmail.com
***
Nivîsên Welat Dilken a ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Sedemên nivîsînê kelecanên nivîskêr
- Bajarê bê mekan wêjevanê bê bajar
- Carinan helbest jî têre nake
- Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî