Roj Xwîn
Di çanda kurdan de “navik” têgehek xurt, kûr û piralî ye. Vê têgehê ew qasî di gotin, hiş û rihê kurdan de cih girtiye ku wekî deriyê jiyanê xuya dike. Her mirovek bi “navik”ekê ji tariya zikê diya xwe derdikeve, bi wê dest bi rêwîtiya ronahiya dinyayê dike. “Navik” di tarî û şiliya “zikê dê” de tekane çavkaniya jiyanî ye, piştî xwedêdayînê tê birîn.
Mirov bi waqîniyekê çavê xwe ji ronahiya dinyayê re vedike. Waqînî bi kê ketibe, teqez “navik”a wî/wê hatiye birîn. Di wextên berê de di çanda kurdan de “navikbirîn” edetek bingehîn bû û nirxek bû li ser qedera dergûşê. Loma, wexta ku dergûşek Xwedê dida hema jê re li keseke baş digeriyan ku “navik”a wê/wî bibire.
Di nava kurdan de heta berî çend sal berê jî ji bo ku yekî/ê baş nas bikin nedipirsîn: ka, dê an bavê wê/wî kî ye. Ji dêvla wê digotin: “Kê navika vê biriye?” Aniha jî hê, ji kesên bêtore, kesên şît û jêhatî û carna jî ji kesên bêjî re dibêjin: “Navika xwe bi xwe biriye!”
Navika her kesên ku ji dayikbûne tê birîn. Lê kesên ku dibirin û şeklê birînê girîng e. Kes û şeklê birînê bandorek mezin li ser qedera dergûşê dike û rengê jiyana wê/wî diyar dike. Eger xwedêdayîn û geşbûna zimên em wekî ya mirovekî bifikirin, wê gavê ji bo malbata zimanan, em dikarin bibêjin: Zimanê îbranî bi ol-bawerî, zimanê latînî bi zanînê û zimanê helenî bi mît-felsefê “navika xwe biriye”.
Li ser vê feraset û hêmaya “navikbirînê” êdî em dikarin çavekî bidin zimanê kurdî û wêjeya wî: Ku em çend zimanên sereke -îbranî, latînî, helenî- jê derxînin, piraniya zimanan, berî niha bi şeşsed-heftsed sal berê “navika xwe birîne”. Dante, Cervantes cara yekemîn bi berhemên xwe navika zimanê xwe birîn û ew ji dergûşê derxistin û yên din li pey hatin. Waqînî bi kîjan zimanî ketibûye û hostayekî navika wî bibiriya êdî ew ziman bi çepikan diket û dimeşiya. Yanê, êdî bi “deng” û “gotin”ên wî zimanî “raman”, huner, wêje, felsefe, ol û hwd çêdibûn.
Îro em bi rehetî dikarin bibêjin hê “navika” zimanê kurdî nehatiye birîn. Bi gotineke nermtir û bi wijdanî em dikarin bêjin navik ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye birîn, zimanê kurdî bi çepikan ketiye, meşiyaye lê bi çar gavan nebeziyaye. Di dawiya mîrekiyên kurdan de, hema bêje dawî li zimanê kurdî jî hatiye. Cara duyem Celadet Elî Bedirxan bi hewildanek bêhempa ji bo îspatkirina zimanê kurdî têkoşiyaya. Keda E. Xanî jî ya Bedirxan jî îspatkirina heyîna zimanê kurdî ye. Lê di rewşa îro de tu nivîskar hewcedariya heyîna zimanê kurdî nabîne, vî karî didin ser milên siyasetmedaran. Ji ber ku nivîskarên kurd hêj di “zikê dê” de ne û çavê wan bi ronahiya dinyayê neketiye û nikarin bikin waqînî.
Aniha meriv zû zû newêre bibêje: Zimanê kurdî çak û dewlemend e. Ji ber ku ev rastî di devê her kurdekî de bûye vir, fort û paya derewînî. Lê, em bi dilnizmî dikarin bibêjin di zimanê kurdî de “gotin” heye.
Laurence Sterne di Tristam Shandy de dibêje: Wêje gotin e. Bakunin jî di teoriya xwe ya wêjeyî de giraniyê dide ser “deng”an. Ku em “gotin” û “deng”an wekî hîmê wêjeya zimanekî dergûşî bihesibînin, stûnên zimanê kurdî qayîm in. Lê, wexta mijar tê ser ristin û hûnandinê, yanê “ramanê” wêjeya kurdî dibe porê cinan. Derbirîn, dariştin û rastiya nivîskar di berhemê de dibe hevirê tirş. Hinek hevokên Mehmed Uzunî û cûtina xîç-keviran wekî hev in. Firat Cewerî di berhema xwe ya “Ez ê yekî bikujim” de navê xwe li lehengê berhemê bikira, dê guncawtir bibûya. Martînê Bextewar ê Jan Dost li Ewropayê kose ye, lê diçe li Şamê dibe boxê jinan.
Kîjan kurd dibe nivîskar siya wî ji wî mezintir dibe. Li ser Lingên wî seriyekî biyanî digere. Loma timî li şûna çêlekê, gayên bor didoşin. Ramanên nivîskarên kurd ji zimanên biyanî seridîne û bi wî zimanî nexşandîne, bi qalibên wan şekil werdigirin. Ji ber wê ye “gotin” û “ deng”ên kurdî di serên wan de stewr dimînin, berhemên ku diafirînin xesandî ne.
Ku bingeha wêjeyê “gotin” û “ deng” be di vê babatê de qisûrê zimanê kurdî tune ye. Gotin, deng, qalib, têgeh û vegotina zimanê kurdî beramberî zimanên pêşketî, serkeftiye.
guneskan0@gmail.com