• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Sedemên nivîsînê kelecanên nivîskêr

Dîrok : 27 08 2013 | Beþ :

Serbest

Welat Dilken

Nivîsa ku ji Berî Zayînê ji 3 hezar salî zêdetir xwedî rabirdûyekê ye, ji Serdema Navîn û vir ve di nav civakan de rehên xwe bi awayekî ku êdî neyên rakiþandin berdane û piþtî deng, axaftina rû bi rû ew bûye duyemîn amûra danûstandinê û hwd. Di sedsalên 18 û 19’an de kesê xwedî nivîs an gotarekê bû, ku dikarî bi dahata nivîsekê yan gotarekê mehekê pê debara xwe bike, ew dahat di roja îroyîn de êdî bûye delîveya dewlemendiyê ya hin nivîskarên ji civakên bi xîret.

Li gorî nûçeya rojnameyekê, par xanimeke nîvîskar a tirk ji dahata firotina pirtûkên xwe yên salekê mîlyonek û dused hezar TL wekî bac daye dewletê. Her wiha, par li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê 156 pirtûkên bi kurdî hatine çapkirin. Pirtûkên kurdî ku hezar heb têne çapkirin bi tevahî dikin 156 hezar pirtûk. Her çiqas ku bazara kurdî ji alî me tevan ve tê zanîn jî, fermo eger ku ew 156 hezar pirtûk di salekê de bi tevahî werin firotin, em bêjin her yek ji wan pirtûkan bila bi 10 TL be, ku dizanim matematîka min ne baþ e jî, lê hesabê vê yekê diyar e, mîlyonek û pênc sed û þêst hezar TL. Ku bala we kiþandibe, di nav vî hesabî de mafê çapê, telîfa nivîskêr û karê weþanxaneyê jî heye. Yanê 156 nivîskarên kurd, 156 berhemên kurdî beramberî baca xanimeke nivîskar a tirk e. Lê bi qasî 360 hezar TL ji karê wê, ango ji baca wê hermetê zêdetir...!  Lê belê, ne ewqas e jî, ji wan 156 nivîskaran û 156 pirtûkên ku ji her yekê bes çend sed heb têne firotin, kerem bikin, daneyan hûn bihesibînin... 

Mijar ne hevrûkirina kar û baca wê xanimê û ya nivîskarên kurd e lê, hal ev hal e... Her çiqas ku Xaniyê Mem û Zînê sê sed sal berî vê gotibe, “çi bikim ko qewî kesad e bazar, nîn in ji qimaþ re xerîdar” piþtî Xanî sê sed sal... Xaniyê gewre, ezbenî piþtî te sê sed sal, mixabin ku bazar hê ew bazar e... 

Nivîsandin; ji bo ku gotina nivîskêr heye, ew dinivîse, lê...

Her çiqas ku ji bo nivîskêr sedemên nivîsandinê ne dahatek û dewlemendî be jî, lê ji nivîsê bidestxistina dahatekê û derfetên aboriyê hinekî þertên nivîskêr hêsan dike û nivîskar bêyî xema debarê, bi derûnî û þertên hinekî baþ dem û derfetên xwe ji bo berhema xwe terxan dike. Û bêguman, ku ji berhema xwe dahatek û bidestxistina þertên baþtir ên jiyanî ji bo nivîskêr dibe kelecan, motîvasyon û pêve girêdayî, daxwaza afirandina berhemên bêqûsir û hêjatir. 

Û li aliyê din, berhemeke ku pir tê firotin û xwendin, pê re zêdebûna xwendevanan, navdarî û populerîtiya (ku diyardeya serdemê ye) ku li xwediyê berhemê, nivîskêr vedigere, bêguman ku ew jî ji kelecanên nivîskêr ên lêzedebûyî ne. 

Lê belê, ew  nivîskarê kurd ê/a ku nikare bi dahata berhema xwe li çayxaneyeke çayekê îkramî dostekî/a xwe bike, ew nivîskarê kurd ê/a ku ji popîlertiya nivîskariyê, ji nivîsê bidest(ne)xistina dahatê, nebûna bi hezaran xwendevanan û bi firotina çend sed pirtûkan,  nebûna nirxandin û rexneyekê, ku ji van hemû kelecanan bêpar e... 

Û di ser de jî, ji bo debara jiyanî, ku ew neçar e karekî din bike, gelo çi sedem û kelecanên wî/wê nivîskarê kurd hene, ku berê xwe dide, daye nivîsandinê???...

 

welatdilken@hotmail.com  

 ***


Nivîsên Welat Dilken a ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Bajarê bê mekan wêjevanê bê bajar
- Carinan helbest jî têre nake

- Efsûniya peyvê

- Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî 

 

   

       

   


Hûn dikarin li van jî binêrin

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Li dû 'ABBAS'...

Li dû 'ABBAS'...

29 07 2022

Berhemdariya Elî Merdan, 52 sal, 900 berhem

Berhemdariya Elî Merdan, 52 sal, 900...

24 07 2022

Ev jî hene

Bi wêneyan Newroza 2018'an

Bi wêneyan Newroza 2018'an

21 03 2018

Roja Zimanê Zikmakî pîroz be

Roja Zimanê Zikmakî pîroz be

21 02 2014

SÊLFÎ (Ezîtî zindî)

SÊLFÎ (Ezîtî zindî)

04 10 2015

Ji ÎHD'ê daxwazan ji bo kurdî

Ji ÎHD'ê daxwazan ji bo kurdî

21 05 2009

Pirsa hûn çima rojnameyê nakirin pirseke þaþ e!

Pirsa hûn çima rojnameyê nakirin pirseke þaþ e!

24 01 2011

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname