Diyarname
Derhêner Garip Çelik li ser kuştina 6 gerîlayên kurd ku yek ji wan birê wî ye belgefîlmekî bi navê "Hoşçakal Kardeşim - Bi xatirê te birê min" kişand.
Di navbera leşkerên dewletê û gerîlayên PKK'ê de ji sala 1984'an ve şer didome. Di nav vî şerî de gelek windahî çêbûn. Di hin pevçûnan de hêzên dewletê çekên kîmyewî bikar anîn û bi vî awayî gerîla kuştin. Yek ji wan bûyeran jî di sala 1993'yan de li gundê Tirkan a Qereqoçanê li dar dikeve. Ew bûyer niha bû mijara belgefîlmekî. Derhêner Garip Çelik ku li ser wê bûyerê ku di nav de birê wî jî hebû belgefîlm kişandiye wisa dibêje: "Sozek min ji bo diya min hebû, 'minê cenazeyê birê xwe bidîta û bianiya'. Li qereqoçanê ew qab wehşet çêbûne, ez rastî gelek bûyeran hatim. Gorên tevahî, kuştirên kiryar nediyar. Min cenazeyê birê xwe nedît lê lêgerîna min didome."
Çelik ji bo cenazeya birê xwe Yildirim Çelik (Cudî) bibîne dikeve rê. Diçe cehê bûyer lê çêdike, mala ku têde ketine pevçûnê û çekên kîmyewî bi ser wan de hatiye bikaranîn... Şahidên wê demê...
Roja 24'ê mehê li Garajistanbula Stenbolê ji bo nîşandayîna vî belgefîlmî galayek li dar ket. Di galayê de Hevserokên BDP'a Stenbolê Emrullah Bingul û Arife Çinar, Dayikê Aştiyê, rojnameger û nivîskar amade bûn.
Derhêner Çelik ji bo hatina mêvanan sipasiya xwe kir û qala lêgerîna xwe kir.
Belgefîlmê "Hoşçakal Kardeşim" ji aliyê belgeyî ku rûpeleke ji dîroka kurdan zelal dike tiştek baş e, lê ji aliyê şêweyê belgefîlmkariyê ve dikare hin rexne bêne kirin.