Agirî
Festîvala Çand û Hunerê ya Ehmedê Xanî ji ber mirina siyasetmedarên kurd Deniz û Ablay hate betalkirin.
Festîvala Çand û Hunerê ya Ehmedê Xanî ku wekî keneşopî ji aliyê Şaridariya Bazîdê ve tê li dar xistin îsal dê 27-28-29'ê mehê li dar bikeve ji ber wefata siyasetmedarên kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay hate betalkirin.
Li ser vê yekê Komîteya Amedekar a Festîvalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wisa got: "Di siyaseta kurdan de cihê Ablay û Denîz bi hêsanî nayê dagirtin. Ji ber vê yekê Komîteya Amadekar a Festîvalê, îsal festîval betal kiriye. Serê hemû gelê kurd sax be."