Diyarname
Cenazeyê helbestvan Şêrko Bêkes sibê ji Swêdê dê bişînin Hewlêrê
Helbestvanê navdar Şêrko Bêkes 4’ê gelawêjê li Swêdê ji ber şêrpenceyê wefat kir. Li gorî agahiyên ji malbata Bêkes hatiye girtin cenazayê wî roja 11’ê mehê ji Stockholmê dê bişînin Hewlêrê. Hat gotin ku Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li balafirgeha Hewlêrê dê pêşwazî li cenazeyê bike û ji bo merasima dê cenazeyê bibin Wezareta Çandê.
Cenazeyê Bêkes dê li Silêmaniyê bê definkirin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Oxir li Şêrko Bêkes tê kirin