Yaşar Yakiş yek ji avakarên AKP'ê ye. Û di hikumeta yekemîn a AKP'ê de peywira Wezîrê Karên Derve girtiye ser milên xwe. Ew ji dîplomasiyê tê, ev 40 sal in li ser vê qadê dixebite. Loma di hikumeta AKP'ê de jî ev bar girtibû ser milên xwe. Îro ji rojnameya Tarafê Tugba Tekerek pêre hevpeyvîneke kir. Li ser kurdan, li ser Rojava û li ser pêşeroja Sûriyeyê agahiyên gelek balkêş pêşkêş dike Yakiş û tehlîlên girîng dike. Me ev hevpeyvîn bi hinek kurtkirinê wergerand û em pêşkêşî we dikin. Fermo:
- Di gelawêja 2011'an de min got dê tiştek wisa çêbe (qala Rojava dike, nota wergêr). Hin hevalên min ên li partiyê -ku niha xwedî peywirên girîng in- wisa gotin 'Kekê Yaşar tu qîmeta kurdên li wê derê tune ye, jixwe ji hev belawela dijîn" û qîmet nedanê. Bi vî awayî ji bo Serokwezîr qal bikin, polîtîkaya derve jî wisa çêbûye.
- Dewletê (qala dewleta Tirkiyê dike, nota werger) ew tişt hemû pêşî nedît. Pêşbîniya wê tune bû. Texmîn dikir ku dê Esad di çend rojan de têk here. Nezanî ku rojekê ew dê bi dilê xwe ji Hesekê vekişe.
- Di vê rewşê de ne hewceye Tirkiye li benda biryara Neteweyên Yekbûyî bisekine û bikeve Sûrî. Ev aliyê hiqûqî ye. Lê bikeve Sûrî zehmet e ku bi paş ve vekişe. Li gor derfetên ku bi awayekî serketî ji wir vegere tune ye.
- (Li ser pirsa: "Tirkiye li hemberî hebûneke kurdan a li Sûriyê bila çawa tevbigere?") Ez dikari du tiştan bibêjim. Ya yekem, ger li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, ev serketin dê bandorê li Sûriyê jî bike. Ji ber ku têkiliyên gelek nêz ên PYD bi PKK'ê re hene. Lewma serketineke di vê pêvajoyê de çêbe Tirkiye dê bibe game changer (lîstikvanê bandorkerê guherîna listikê), ne tenê li Sûriyê, li hemû herêmê jî.
Ger bi ser nekeve, wê çaxê, çawa me berê digot: "Li Bakurê Iraqê tiştên ku kurd bikin hemû Iraq bi hev re dê biryarê bide", niha jî ji bo Sûriyê emê heman tiştî bibêjin. Gere em ji kurdên li bakurê Sûriyeyê re bibêjin "Ey kurdên Sûriyê, tu pirsgirêka me bi we re tune ye. Lê ger hûn bibin hêlîna rêxistina terorê ku çav berdabe axa Tirkiyeyê, em nikarin bi we re baş derbas bikin." Gere em bibêjin, "Li wê derê hûn çi dikin bikin, ev karê we ye, karê sûriyeyiyan e, li derveyî eleqeya me ye."
- Di sala 2000'î de min ji bo birêz Gul pêşniyar kir ku em têkiliyên dostane bi herêma kurdan re (Qala Başûr dike, nota werger) deynin. Niha ez ji bo bakurê Sûriyeye jî heman tiştî dibêjim: Li Sûriyeyê dê çi bibe sûriyeyî bila biryarê bidin. Gere em têkiliyeke baş bi kurdên wê derê re deynin.
- Mafekî dewletbûnê ya gelekî wisa mezin heye. Ev meşrû ye, gere em qebûl bikin. Ev dê çawa çêbe encax Xwedê dizane, bi şert û mercan ve girêdayî ye. Li Iraqê jixwe herêmeke xweser ava kirine. Li Sûriyê asta ku niha bi dest xistine zû bi zû bi paş ve gav navêjin. Rejima Esad bi ser bikeve jî zêde tiştek dê li ser wir çênebe. Ger hûn bipirsin Kurdistanek serbixwe kengê çêdibe, ev pêvajo hêdî hêdî dê bidome.
- Dema ez li Meclisê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bûm, ji Iraqê heyek hatibû, gotibû, "Li Iraqê gotinek heye. Şiî bi zincîrê li xwe didin, kurd xeyalan çêdikin, sunî rêveberî dikin." Niha em ne di rewşeke wisa de ne. Belê kurd xeyalan çêdikin, lê ne li pişt tiştên ku bi ser nekevinin in.
- Ez li Sûriyê hemû îhtîmalan ji îhtîmalên din xirabtir dibînim: All options are worse than the others.
- (Li ser pirsa "Sûriye parçe bibe dê dîmeke çawa derkeve holê?") Di parçebûneke wisa de herî hêsan kurd dê vê parçebûnê veguherînin hêzeke fiîlî. Ya duyem, elewiyên ku dê ji aliyê sûriyeyiyan ve wekî sedemên vê yekê bêne dîtin, ev elewî dê xwe mecbûr bimînin ku vekişin herêmeke homojen. Dema di sala 1920'î de Osmanî ji wir vekişiya û Fransiz hatin şeş komarên otonom (xweser) ava kiribûn. Şam, Heleb, Cebel-i Durzi (paşê fireh bû û bû Cebel-i Lubnan) İskenderun, û Cebel Elewî... Lewra ger tevliheviyeke çêbibe dê Elewî vekişin komara Cebel Ewelî, li derdora Lazkiye herêmeke xweser a dewletek ava bikin. Ka bifikirin, wê çaxê li sînorê me yê rojhilat dê dewleteke kurdan a alîgirê PKK'ê, li aliyê rojava jî piştî ewqas tiştan dewleta erebî ku me neyar dîtin çêbibe. Wê çaxê jî ji bo têkiliya me bi wan re baş bibe em dê pir bixebitin. Her du jî dê li ser rêya me bin, ya ku em têre diçin Rojhilata Navîn. Û bêyî em ji ser wan re herin dê ne mimkûn be em xwe bigihînin dewleta Sûriyeya Sûnî ku dê ava bibe.
Werger: Diyarname