• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Carinan helbest jî têre nake!

Dîrok : 13 07 2013 | Beþ :

Serbest

Welat Dilken

Her çiqas tê gotin, ku helbestkar û þêwekar dot û pis, pis û dotên hev in jî, ku li gorî vê destnîþankirinê helbest û wêne jî kur û keçên dot û pisan bin jî, lê her çiqas ku helbestkar û þêwekar hunera xwe bi piranî ji hêmayê diafirînin û wekî qerekter, ku gelekî nêzî hev bin jî, ji ber hurguliyên hunera ku diafirînin, ew ewqas jî dûrî hev in. 

Helbestkar ji hêmaya ku bi dest xistiye; bi peyvê û bi dengê zimên muzîkê-lîrikê, çîrokê-vegotinê û lîstikê-þano lê bar dike û pêþkeþî xwendevanê xwe dike. Þêwekar ji hêmaya ku bi dest xistiye; bi firçeyê û bi boyaxê dîtbariyê lê bar dike û wê li ser erdê kevalekê pêþkeþî wênehezan dike. Yek ji nêzî rastiyê hêmaya xwe þênber dike (þêwekar) û yek jî bêyî ku hêmaya xwe þênber bike, bi riya peyvê û hevoksaziyê hêmaya xwe li ser kaxizê nixumandî dihêle û pêkeþî xeyalkirina xwendevanê xwe dike (helbestkar).

Ku ne bi tevahî jî be, wisa tê gotin û ez jî bi wê gotinê re me: helbest, wêneyê ku li ser kaxizê hatiye nivîsin e û wêne jî helbesta ku li ser kevalê hatiye wênandin e. 

Ez wekî helbestkarekî, ku bêhtir ji hêmayê helbestê didoþim, ji ber hin hêmayên ku bi dest dixim, gelekî caran min xweziya xwe bi þêwekaran aniye û min gotiye; xwezika van destan jî karibûya firçeyê re hevþa bibin. Lê mixabin, di destwerdana firçeyê de destên min kût in, nikarim xêzekê jî bikþînim. Loma jî newêrim rahêlim firçeyê û xwe bidim himber erdê spî yê kevalê. Û dibêjim, ew þêwekar çiqas xwedî bext in, xweziya min bi wan... xwezika ku dest û tiliyên min jî karibûna firçeyê rapêçin û wê li ser kevalê bidin lîstikandin...

Ew demek e, sê hêmayan ji pîsikê min ve girtine û qet xelasiya min jê tune. Pir dixwazim ku ji wan hêmayan helbestê lê kim, lê nabe, kurt in, ji vegotinê bêhtir dibêjin em ne hêmaya helbestê ne, em hêmayên sê kevalan in. Lê çi bikim, wekî min li jor jî got, di wênandinê de destên min kut in, nikarim rahêlim firçeyê û bi ya wan bikim, wan li ser kevalê birengînim.

Dubare dibêjim, xwezika min karibûya hêmayan biwênim. Û eger min þêwekarek nas bikira, min ê bi hurgulî ew hêmayan jê re vegotina lê, çi bikim ku destê min nagihêje þêwekarekê/î. Lê dîsa jî, belkî ji bo ku xwe ji wan rizgar bikim, ez dixwazim bi alîkariya peyvê, bi riya nivîsê hewl bidim, ku wan hêmayan þênber bikim. Belkî bala þêwekarekê/î bikþîne.

Hêmaya yekem; “li cihekî req û rût û bej, li berpala çiyeyekî jî dibe, li deþteke ji daran req û rût jî dibe û li ser girekî jî dibe. Dareke bi sal, ku koka wê qeliþî û çend guliyên hiþkbûyî pêve mane û bi guliyekî ve jî bes pelek hêþin mayî, li ser guliyekî bilbilek û li biniya wê siyeke fireh û bes ku siya bilbil xuya neke. Li binê wê þêwekareke keç a ciwan kevalê xwe daniye ser sêpiyê û di kevalê de wênandinên kaniyeke ku ji kevirekî têwer dibe wekî sûlaveke biçûk, xezalên ku ji kaniyê avê vedixwin. Li rexekî kaniyê du þêrên ciwan û hezkar, ku bi awirên aþtiyane û bi heyranî li xezalan temaþe dikin, li derdora cihoka kaniyê gul û çîçekên rengo rengo, di avê de siya pinpinok û kuliyên ku dansê dikin û ji ser guliyên darên mêweyên li derdora kaniyê kevokên ji xewê ve çûyî û çivîkên ku bi hevþa dibin. Û li ser avê tu þop tevlî þopa din nebe-nedibû ”.  Ew wekî du hêmayan dixuye lê, kevalek e, ango keval di hundirê hevalê de ye.

Hêmaya duyem; “Dem serêvarkî jî dibe berbang jî dibe, sî beravajî rojê diçe!. Çîrok ya darekê û siya wê ye.  Sî dixwaze ji koka xwe biqete û terkîsera darê bike. Eger ez þêwekar bûma min ê dem wekî serêvarkî hilbijêrta, siyê dê xwe di rojhilat de, berevajî rojê dirêj bikira. Li cihê ku siya koka darê gihîþtiye guliyên wê min ê wekî parçekirina paçekî ku parçe û pirtik ji cihê parçekirî ve dimînin, min ê sî wekî ji darê ve qetiyayî , ku hêj jihevqetîneke nû, lê wekî ku sî bi ser ketiye biwênanda”.  Ango di navbera koka darê û siya wê de qutbûnek. Bi min gelekî fantastîk tê. 

Hêmaya sêyem: “Di kûçeyek xalî de jî dibe, li ber dîwarekî jî dibe yan li ser riyekekê jî dibe, lê divê dem mixurbe be. Siyeke bê gewde û tarî, ya keçeke por dirêj (ku þêwekar bûma, min ê dê keçek por dirêj tercî bikira) ku berê wê ji çûnê, lê serê wê bi þûn ve zivirî û destekî  xwe li ba dike, wekî xatir dixwaze û ji perçema wê ve nîvê porê wê bi ber bayî ketî”. 

Dibêjim ax... Bi nivîsandina helbestê re, çima ez nikarim biwênim jî. Çima nikarim firçeyê rapêçim?... An jî, xwezika destê min bigihîþtina þêwekarekê/î, min ew hêma û gelekên din  ji wê/wî re vebigotina, da ku bi min re nemana xweziyekê...  Û dibêjim; çima, carinan helbest jî têre nake!?...      

 

welatdilken@hotmail.com  

 ***


Nivîsên Welat Dilken a ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Efsûniya peyvê
- Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî 



Hûn dikarin li van jî binêrin

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip...

22 06 2022

Eþq û êþên Kurdistanê di

Eþq û êþên Kurdistanê di

20 06 2022

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish...

14 06 2022

Mêrê Zivistanê

Mêrê Zivistanê

04 06 2022

Ev jî hene

Derewa 'Kurdan got Erê'

Derewa 'Kurdan got Erê'

22 04 2017

ÇÎROK EV E!

ÇÎROK EV E!

20 01 2018

'Firîna Bi Baskên Þikestî'

'Firîna Bi Baskên Þikestî'

11 09 2020

Çîroka bi navê ‘Sond’ ne ‘întihal’ e serbest werger e

Çîroka bi navê ‘Sond’ ne ‘întihal’ e serbest werger e

27 12 2008

Dînîtî hêjatî ye

Dînîtî hêjatî ye

25 02 2009

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Dilþêr Bêwar

NÊRDEWAN

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname