Abdullah BÎLEN - HEWLÊR / DÎHA
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl diyar kir ku ew niha ji bo Rojavayê Kurdistanê hilbijartinan dixin rojevê û gotûbêj dikin û got: “Gelek alî vê yekê qebûl dikin. Ne tenê hilbijartin, em dixwazin ji bo demên pêş rêveberiyeke hevpar ava bikin û ev rêveberî bibe rêveberiyeke demî.”
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl ku tevî endamên Desteya Bilind a Kurd ji bo hin hevdîtinan li başûrê Kurdistanê ne, mijarên sereke yên wekî girtina deriyê sînor, lihevnekirina partiyên Rojava, hevdîtin û hewldanên Desteya Bilind a Kurd, bûyerên li Amûdê û civîna duyemîn a Cenevreyê nirxand. Xelîl peyam da ku di rojeva wan de hilbijartinek ji bo rojavayê Kurdistanê û avakirina rêveberiyeke hevpar heye û got: Em niha vê yekê dixin rojevê û gotûbêj dikin. Gelek alî vê yekê qebûl dikin. Ne tenê hilbijartin, em dixwazin ji bo demên pêş rêveberiyeke hevpar ava bikin û ev rêveberî bibe rêveberiyeke demî. Wê demê kî di hilbijartinan de bi ser ket, ew ê rêveberî yan jî hikumetê ava bike. Kes nikare bibêje çima hikumet di destê vê partiyê de ye.”
- Salek di ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya rojavayê Kurdistanê re derbas bû. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
Du sal û çar meh di ser pêvajoya şoreşa li rojavayê Kurdistanê re derbas bûn. Her wiha, salek jî di ser şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bi azadkirina bajarê Kobanê û bajarên din ên rojavayê Kurdistanê dest pê kir re derbas bû. Vê şoreşê ji bo dîroka gelê kurd rûpeleke nû da vekirin. Vê şoreşê bandoreke girîng a erênî li dîrokê kir û rûpelek bi tîpên zêrîn nivîsand. Ji destpêka şoreşê ve xeteriyeke mezin li ser kurdan hebû. Hêzên navneteweyî, hêzên muxalefetê, hin partî û hêzên kurd dixwestin şoreş pêk were, lê kurd ne bi nasnameya xwe di nav de bin. Dixwestin kurd bi nasnameya xwe ya hemwelatiyên Sûriyeyê ji bo hilweşandina rejîmê alîkarî bidin û ji bo hêzên muxalefetê werin ser desthilatdariyê jî kurd alîkariya wan bikin. Digotin ger piştre Sûriyeyeke demokratîk were avakirin, rewşa kurdan dê were gotûbêjkirin. Lê tevgera me got ku çi dibe bila bibe em wekî kurd di nava şoreşa Sûriyeyê de ne. Ev şoreşa Sûriyeyê bi bihara gelan dest pê kir. Lê şoreşa me ne bi bihara gelan dest pê kir. Ji berê ve xebateke siyasî, rêxistinî û dîplomasî ya me heye. Me wê demê got ku ka dê kurd çawa bikarin sûd ji vê firsenda ku çêbûye bigirin. Stratejiya ku me wekî bingeh ji xwe re girt ev bû. Me got çareseriya pirsgirêka kurd bingeha şoreşa Sûriyeyê ye. Dema me ev yek wekî stratejî eşkere kir, gelek aliyan qebûl nekir. Heta hin rêxistinên kurdan gotin wisa nabe. Heta rengên kesk, sor û zer dibûn mijarên guftûgoyan. Me ji guhertinên li herêmê çêbûn sûd wergirt û di cihek guncaw de dest pê kir.
Ya girîng rizgarkirin bû. Êdî kurd dibêjin em qebûl nakin kes me bi rê ve bibe, em ê xwe, bi xwe bi rê ve bibin. Niha herêmên kurdan hene ew bi xwe bi rê ve dibin. Niha hemû hêzên ku dixwazin li Sûriyeyê çareseriyekê deynin holê, neçar in kurdan jî wekî aliyekê qebûl bikin. Felseya ku em li ser dimeşin xwe dispêre Konfederalîzma Demokratîk. Yek ji gavên wê yên sereke Xweseriya Demokartîk e. Ev yek dibe modelek. Ne tenê li Sûriyeyê li hemû Rojhilata Navîn.
- We behsa Xweseriya Demokratîk kir. Lê li vê derê dengên cuda derdikevin. Gelo di vê pêvajoyê de yekîtiya kurdan gihîştiye çi astê?
Xweseriya Demokratîk ne tiştek wisa ye ku tu kesekî dikî serokê vî welatî û konseyekê ji bo rêveberiyê diyar dikî û welat ava dikî. Xweserî berî her tiştê çandek e. Meclis, komun, sazî, rêxistina jiyana civakê ye, birêvebirina civakê ye. Em nikarin bibêjin hema ev yek dê di nava şev û rojekê de pêk bê û biqede. Di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de gelek sazî, dezgeh, komîsyon, saziyên neteweyî hatin avakirin û hîna jî avakirina wan berdewam dike.
Heta niha jî baweriya hinek aliyan bi hêzên derve heye. Lê em dixwazin hemû partî û rêxistinên hev bînin gel hev û ew bi hev re vî karî û vê xebatê bikin. Gelek aliyan guhdarî vê projeyê nedikirin. Lê piştî du salan êdî her kesê dît ku rastiya projeya me ya ku tevgera me derxist holê, tê dîtin. Gelek aliyên ku xwe dûr dikirin, niha jî xwe nêzîk dikin. Dîtin ku siyaseta wan diyar dikirin ne siyaseta serkeftinê bû. Jixwe ji bo vê yekê berî niha Desteya Bilind a Kurd hat avakirin. Lê hinek alî heta niha jî bawer nakin ku em ê bikarin bi riya vê saziyê yekîtiya kurdan pêş bixin. Heta niha jî baweriya hinek aliyan bi hêzên derve heye.
Meseleya Amûdê
- Der barê bûyerên li Amûdê de hin tiştên cuda tên gotin. Bi taybet hin beşên çapemeniyê îdîa kirin ku xwepêşandan li wir pêk hatiye û YPG’ê êrîş kiriye. Lê li aliyê din jî daxuyaniya YPG’ê de berovajiyê vê yekê heye. Gelo rastiya vê bûyerê çi ye?
Piştî şoreşê êdî meşrûyeta gelê kurd bi riya Desteya Bilind tê naskirin. Lê li hemberî vê yekê hinek hêz hene ku naxwazin kurd wekî îradeyekê derbikevin pêş. Lê ya girîng ew bû ku beşdarbûna kurdan a ji bo civîna Cenevreyê kete rojevê. Hinek dewletan gotin baş e, bila Desteya Bilind wekî hebûnekê nûneriya gelê kurd bike. Lê hinek alî jî vê yekê qebûl nakin. Li dijî vê yekê dest bi xebatê kirin û xwestin Desteya Bilind ji wê meşrûtiyetê derbixin. Dixwazin kurdan bi riya çend kesan beşdar bikin. Ew jî wekî kesayetên kurd ên ku di nava muxalefetê de ne. Lê ji bo me ya girîng ew e ku kurd wekî girseyeke cuda beşdarî civînê bibe. Biryar çi be jî, dema kurd bi serê xwe çûn wê civînê, ev yek tê wateya qebûlkirina rastî û hebûna kurdan. Hêzên din li dijî vê ne. Mînak li Efrînê êrîş kirin, li Serêkaniyê û Til Temirê hewl dan. Ev bi ser neketin. Lê hinek kes çûn li Ewropayê li dijî saziyên kurdan û Desteya Bilind dest bi propagandayê kirin. Lê piştî bi vê yekê bi ser neketin, li Amûdê bûyereke wiha derxistin. Divê mirov rastiyê ji gelê xwe re bêje.
Ev bûyer lîstikeke li dijî vîna gelê kurd e. YPG hêzeke neteweyî ya gelê kurd e û her kes wê wekî hêzeke meşrû û rewa dibîne. Ya girîng ne ew e ka kî piştgirî dide YPG’ê, ya girîng kar û xebatên YPG’ê ne. Êdî hêzeke xwedî bandor e. Dikare bandorê li siyasetê jî bike û hêzeke neteweyî ye. Dixwazin vê hêzê ji vê rewşê derbixe. Li hemû welatan asayîş hene. Kî tiştek neqanûnî bike, asayîş wan digirin. Li kîjan welatî be jî dema asayîş kesekî digire, her kes li benda biryara dadgehê dimîne. Lê yên kurdan dibêjin çima girt.
Me bi xwe jî lêkolîn kir. Komeke YPG’ê ji Hesekê dihat diçû Qamişlo. Riya din ji aliyê rejîmê ve girtiye. Ji ber wê di Amûdê re tê. Di wê demê de hinek kes ciwanan provake dikin, axaftinan dikin û êrîşê wê koma YPG’ê dikin. Lê haya wê komê ji bo wê meseleyê tune ye.
Di encamekê de qehremanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest dide. Gelo ev kom çima ji Hesekê dihat? Li Hesekê çi dikirin? Ji ber ku li wir li rastî êrîşên komên çete tên. Xelkê vir tên gilî û gazincan dikin û dibêjin werin vir paqij bikin. Nikarin biçin gundên xwe.
Li wir mirovan talan dikin û dikujin. Serê mirovan jê dikin. YPG çûye wir, wir rizgar kiriye. Li şûna biçin pêşiya endamên YPG’ê û bêjin seheta te xweş, diçin endamekî YPG’ê şehîd dixin. Ev koma ku êrîş kiriye, alîgirên van komên çekdar bûn. Dibêjin çima YPG çûye wan hêzên çekdar ji wir derxistine. Lê ev rastî jî hebû. Her çendî sivîl bin, lê çek hatiye bikaranîn. Ne wisa ye wekî ku çapemenî dibêje. Dibêjin komek xwepêşadan kiriye û YPG’ê hatiye êrîşê wan kiriye. Ev ne rast e.
Ev pêvajo pêvajoyeke şoreşê ye. Mirov nikare bûyeran ji hev cuda bike. Li Şamê çêdibe bandorê li Heleb û Cezîrê dike.
Êrîşên ku li Efrînê pêk hatin, mirov nikare ji van komên li Cezîreyê cuda bikin. Komeke çekdar a 74 kesî hebûn. Perwerdeya leşkerî dîtibûn. Li vir siyasetek tê meşandin. Diçin endamên YPG’ê yên ku li Efrînê, li Serêkaniyê, Helebê têdikoşin, dikujin. Hinek çapemenî hene, bi rastî jî dema mirov lê dinêre mirov matmayî dibe. Çawa dikarin nerastiyan ji gelê xwe re bêjin. Dibêjin ciwanek di destê asayişê de ye û xwepêşandan li dijî vê yekê pêk hat.
Dê baş e ger hûn rast dibêjin, di destê rejîmê de bi dehan ciwanên kurd hene. Dê kerem bikin çima hûn li hemberî vê yekê xwepêşandan nakin. Asayîşa kurdan bi xwe ye, komek ciwan hatine, ziyan dane, agahî li ser wan heye û asayîşê ew girtine. Mesele çûye ber destê dadgehê. Tu çima ew qas mezin dikî. Ev yek tê wateya saziyên ku hatine avakirin tu qebûl nakî û dixwazî xirab bikî.
Lê divê em vê yekê fêm bikin, em kurd ji hemû demê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye.
Kîjan partî dibe bila bibe, ger em dixwazin ji bo şoreşa gelê kurd têbikoşin, divê em dest ji hesasiyetên berê berdin û bên gel hev. Lê ew kesên hatine girtin, serbest hatine berdan. Ew karê asayîşê ye. Lêpirsînê kirine û berdane. Li vir derî ji bo alîkariya mirovahî hate vekirin.
- Hûn ji bo girtina deriyê sînor çi dibêjin?
Dibe ku nakokiyên me yên siyasî hebin. Vaye em li Hewlêrê ne û gotûbêj dikin. Lê çi eleqeya wê bi deriyê sînor re heye. Ji ber ku hûn bi girtina derî zextê li partî û rêxistina min nakin. Zextê li gel dikin û gel perîşan dibin. Ev 15-20 roj in bi sedan kes li ser sînor li ber tavê dijîn. Ev mijareke a rexneyê ye. Em tişteke wiha qebûl nakin.
Bi girtina derî gel tê cezakirin
- Dibêjin bi hezaran kes li ser sînor hatine rawestandin. Gelo ev ji bo çi li wir in?
Pêvajoya şoreşê ye. Mirov ji ber pirsgirêkên aborî û pirsgirêkên din koçber dibin. Em jî naxwazin gelê me koçber bibe û li ser aliyên din bibin bar.
Lê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovahî hene. Lê ev derî girtin. Hin saziyên navneteweyî ji bo alîkariya rojavayê Kurdistanê soz dabûn, lê niha naynin. Ji ber ku derî hatiye girtin.
Yanî alîkariya ji bo gelê rojavayê Kurdistanê tê tên rawestandin û bi vî rengî gel tê cezakirin. Ger bêjin em ê bi vê yekê zextê li te bikin, em tu carî vê yekê qebûl nakin. Lê em li gorî qanûnê û usulê nêzîk dibin. Ger helwest pêwîst bike, em ê helwest nîşan bikin, ger pêwîst bike, em ê yekîtiyê çêbikin. Lê em zextan tu carî qebûl nakin.
Niha li rojavayê Kurdistanê hebûn û realîtiyeke gelê kurd heye. Êdî hêzên navneteweyî kurdan nas dikin. Nizanim em kurd bi xwe çima tên van lîstokan. Bi sedan sal in em li benda rojeke wisa bûn.
Dibe ku niha partiyek li pêş be, lê dibe ku sibe hin partiyên din bên pêş. Ev mijareke navxweyî ye. Lê ya girîng ew e ku em nîşanî ereban û kesên din bidin ku kurd xwedî hebûnek in.
Dibêjin PYD heye, YPG girêdayî wê ye, êrîş dikin. Ev ne rast in. PYD partiyeke siyasî ye, YPG cuda ye, asayîş cuda ye. Asayîş û YPG girêdayî Desteya Bilind in. Divê em êdî wekî kurd rêveberiya xwe bi xwe îlan bikin. Di demên pêş de dê hilbijartin pêk bên. Kê zêde deng wergirt ew dê hikumet an jî rêveberiyê damezirînin.
Em hilbijartinan gotûbêj dikin
- Gelo hilbijartineke wiha çêdibe?
Em niha vê yekê dixin rojevê û gotûbêj dikin. Gelek alî vê yekê qebûl dikin. Ne tenê hilbijartin, em dixwazin ji bo demê pêş rêveberiyekê hevpar ava bikin û ev rêveberî bibe rêveberiyeke demî. Wê demê kî di hilbijartinan de bi ser ket, ew ê rêveberî an jî hikumet ava bike. Kes nikare bêje çima hikumet di destê vê partiyê de ye.
- Baş e, hevdîtinên we berdewam dikin. Gelo sedema lihevnekirinê girtina deriyê sînor e yan jî avakirina hêzên din ên leşkerî ye?
Ji bo hevdîtinên ji bo deriyê sînor aliyê li hemberî me ne El Partî ye. Aliyê hevdîtinê yê din PDK û Hikumeta Herêma Kurdistanê ye. YNK’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku haya wan ji deriyê sînor tune ye û PDK’ê ev biryar bi serê xwe daye.
Ew pirsgirêka wan a navxweyî ye. Lê ev pirsgirêk bi partiyeke Rojava re çareser nabe.
Pirsgirêka derî em wekî partiyên Rojava, bi Hikumeta Herêmê re gotûbêj dikin. Ev mijarek e. Mijareke din a hevdîtinan ew e ka em ê çawa bikarin Desteya Bilind aktîftir bikin.