Diyarname
Romana Lokman Polat a bi navê "Trajediya Evîndaran" ji Weşanên Nas derket
Weşanên Nas heta niha wekî "Nas Ajans" kar dikir û niha dixwaze pirtûkan jî çap bike. Wan pirtûka Lokman Polat a bi navê "Trajediya Evîndaran" ku destpêka îsal de li Stockholmê derketibû niha li Stenbolê hat çapkirin.
Roman li ser trajediya evîndaran, evîndarên ji nijad û olên cuda hatiye sazkirin û du vebêjên romanê hene. Yek jê Feqiyê Teyran, yê din nivîskar bi xwe ye.
Di romanê de evînên qedexekirî yên dema dîrokî û yên îro
bi hev û dû hatine hunandin û hatine pêşkêş kirin.
Lokman Polat ku ligel "Trajediya Evîndaran" heta niha bi navê "Kewa Marî" (1999), "Fîlozof" (2000), "Rojnamevan" (2002), "Robîn" (2006), "Kodnav Vîyan" (2007), "Parola Operasyon" (2008), "Nûrheyata Licî" (2009), "Paradîs", (2010), "Narîna Nivîskar" (2011) 10 roman nivîsîne, di pêşekê de diyar kiriye ku ew dê êdî romanan nenivîse. Li gor gotina Polat di demeke nêz de wê ev roman li tirkî jî bê wergerandin û çapkirin.
Trajediya Evîndaran / Lokman Polat / Weşanên Nas / 196 rûpel
Ji bo têkilî:
Weşanên Nas - Stenbol.
Tel - buro - 02125672768
Mobil - 05552221291
Mail - nasajans@gmail.com