Diyarname
Serokê DYA'yê Barack Obama bi Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re li ser kurdên Sûriyê û rewÅŸa Sûriyê axivî. Obama xwest ku PYD hemû kurdên Sûriyê temsîl bike.
Li gor agahiyên ku gihîÅŸtine ber destê me Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama di gera xwe ya li Rojhilata Navîn ku 20'ê adarê dest pê kiribû de piÅŸtî çû Îsraîlê, ji wir derbasî paytexta Urdunê bû. Li gor çavkaniya ku agahî da me Obama li Urdunê bi Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re hevdîtin pêkaniye. Çavkanî radigihîne ku Muslim ji Obama xwestiye ku di têkoÅŸîna kurdan a Sûriyê de ew piÅŸtgiriyê bidin kurdan.
Çavkanî dibêje ku Obama bi Muslim re li ser rewÅŸa Sûriyê, rewÅŸa kurdên Sûriyê axiviye û jê xwestiye ku PYD pergala xwe li ser hemû kurdên Sûriyê saz bike; PYD bibe nûnerê hemû kurdên Sûriyê, ne beÅŸek ji kurdan.
Çavkanî dibêje hevdîtina Obama û Muslim baÅŸ derbas bûye.
Wekî têbiniya Diyarnameyê: Em çavkaniya xwe eÅŸkere nakin, lê em dixwazin bibêjin ku îro 1'ê Avrêlê, Roja Henakan a Cîhanê ye.