Diyarname
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, derketina hêzên çekdar ên ji bo derveyî sînor daxwaza avakirina "Akil Adamlar" (Rûsipî) hatibû kirin. Hêdî hêdî kesên di nav komê de dê cih bigirin diyar dibin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyama ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di Newroza Amedê de eşkere kiribû. KCK'ê rojek piştî daxuyaniyê (22'yê mehê) daxuyand ku wan şerawestin îlan kiriye. Ji bo vekişîna hêzên çekdar ên ji bo derveyî sînorên Tirkiyeyê Ocalan xwestibû komek "Akil Adamlar" (Rûsipî) bê avakirin û ew hem bi hikumetê hem bi PKK'ê re hevdîtinan pêk bînin û bi selametî hêzên çekdar ên PKK'ê vekişin derveyî sînor.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî bi awayekî erênî nêzî sazkirina komek wisa bûbû. Niha hehr ku diçe navên ku dê di nav komên de wekî "Rûsipî" cih bigirin diyar dibe. Tê gotin ku dê kom ji 25-30 kesî pêk bê û hin navên ku îhtîmal e têde cih bigirin jî wisa hatine rêzkirin: Hasan Cemal, Oral Çalişlar, Yaşar Kemal, Kadir İnanır, Tarhan Erdem, Ali Bayramoglu, Rıfat Hisarciklioglu, Julide Kural, Fazil Husnu Erdem, Vahap Coşkun, Mithat Sancar
Tê gotin ku peywira "Rûsipî"yan dê ew be ku ji bo pêvajoya çareseriyê çavdêriyê bikin, ger pirsgirêk derkevin ev kom dê ji bo çareseriyê bikeve nav tevgerê. Her wisa kom dê bike ku piştgiriya civakê ya ji bo çareseriyê xurtir bike.