logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Nivîsa Samî Tan a ku hat sansurkirin em diweşînin

Nivîskar û zimanzan Sami Tan ji zû de ye qunciknivîskarê Azadiya Welat e. Nivîsa wî ya dawî ji aliyê Azadiya Welat ve ne

  • Dîrok: 13/03/2013
  • Beş: Serbest

Nivîskar û zimanzan Sami Tan ji zû de ye qunciknivîskarê Azadiya Welat e. Nivîsa wî ya dawî ji aliyê Azadiya Welat ve nehat weşandin. Ji ber vê yekê Tan jî dest ji qunciknivîskariya Azadiya Welat berda.
Em nivîsa Samî Tan diweşînin û ji vir bang dikin û dibêjin: Deriyê Diyarnameyê her ji bo te vekiriye, tu kengê bixwazî kerem bike.

Vaye nivîsa Tan:

Gelo dê deriyê qada siyasî vebe?
 
Samî TAN

 
Ligel ku notên hevdîtinên ên parlamenterên BDP’ê û birêz Ocalan bi awayekî aşkera bûn jî, hê jî em der barê bernameya çareseriyê de tiştekî nizanin. Piştî ku nameya birêz Ocalan aşkera bibe, hingî em ê bernameya aliyê kurd hîn bibin, lê belê di tûrikê AKP’ê de çi heye, hê jî ne diyar e. Hikûmeta AKP’ê der barê bernameya xwe ya çareseriyê de tiştekî nabêje. Hê jî Serokwezîr Erdogan dev ji gotinên “yek al, yek dewlet û yek milet” bernedaye. Di vê rewşê de mirov nizane ka her du aliyan li ser çi li hev kiriye.
Ev nêzî 3-4 salan e ku kurdan daxwazên xwe aşkera kirine. Daxwaza sereke ya kurdan ku dewlet naxwaze xwe bide ber, mijara statûyê ye. Li gorî baweriya min hevdîtinên li Osloyê ji vê yekê xitimîn. Tevgera kurd wê statûyê wekî xweseriya demokratîk bi nav dike. Lê belê der barê naveroka vê de bi rastî jî zelaliyek li holê nîn e. Wate, gelo xweseriya demokratîk xweseriyeke wekî ya li Bask û Katalonyayê ye, an jî pergaleke cuda ye? Dema ku mirov bi baldarî bala xwe dide belge û nirxandinên tevgera kurd, mirov dikare gelek encaman ji wan nirxandinan derxe. Bi taybetî çend salên dawîn navê wê wekî "Kurdistana xweser û demokratîk" hate diyarkirin. Li gorî wê divê herêmek bi navê Kurdistan hebe û sînorên wê diyar bin, li ser vê erdnîgariyê pergalek were avakirin. Ev xweseriya çandî û siyasî ye.
Ligel vê yekê hin caran tiştên din hatine gotin. Berpirsên tevgera kurd da zanîn ku ew bi tenê ji bo Kurdistanê xweseriyê naxwazin, ew ji bo hemû Tirkiyeyê xweseriyê dixwazin. Li gorî baweriya wan bi vî awayî dê her kes û kom karibe bi deng û rengê xwe beşdarî karên rêveberiyê bibe û çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bike. Ji van gotinan jî bêhna xweseriyeke îdarî tê.
 Di destpêkê de berpirsên tevgera kurd wisa bawer dikir ku ew dikarin bi awayekî fîîlî pergala xwe ya demokratîk ava bikin û vê yekê li ser rayedarên dewletê ferz bikin. Rêberê Gelê Kurd ev rewş bi wiha formûlê dikir; “Dê ji bo civaka kurd du hiqûq hebin, yek a xweseriya demokratîk, a din jî hiqûqa dewletê (heke Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropayê hîngî dê sê hiqûq hebin), dewlet çendî hiqûqa navnexweyî ya gelê kurd meşrû û rewa bibîne, gelê kurd jî ewende dê hiqûqa dewletê li ser xwe qebûl bike.
Lê rayedarên dewletê bi girtina deh hezar kesî nîşan da ku ew ê bi tu awayî destûra tiştekî wiha nedin, wan ev rewş wekî “di nav dewletê de dewlet (dewleta paralel)” bi nav kir. Li gorî hin agahî û nirxandinên di çapemeniya Tirkiyeyê de birêz Ocalan dev ji daxwaza xweseriya demokratîk berdaye, li şûna wê Destûrnameya Xweseriyê ya Yekîtiya Ewropayê pejirandiye. Destûrnameya Xweseriyê ya Yekîtiya Ewropayê qala xweseriyeke îdarî dike, lê ew mafên çandî û siyasî mîsoger nake.
 Li vir tiştê girîng daxwaz û niyet e. Ji mêj ve hatiye gotin ku şer ev cure siyaset e ku bi navgînên cuda tê meşandin. Mebesta şer jî vekirina deriyên têkoşîna siyasî ye. Heke deriyê xebata siyasî vebe, hemû kend û kospên li ber wê bêne rakirin, hingî kurd dikarin bi rê û rêbazên demokratîk têkoşîna xwe bidomînin û hemû qadên demokratîk dagirin û bi domana demê re mafên xwe yên mayî bi dest bixin. Lê heke deriyê siyasetê bi tank û topan bê girtin, hingî mafê kurdan jî heye ku bi her awayî li ber xwe bidin. Tiştê ku zelal bibe ev e; gelo dewlet destûrê dide ku kurd bi rê û rêbazên demokratîk pergala xwe ya demokratîk ava bikin?

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îbrahîm Ayhan wefat kir

ad

Notos Oyku û Semîh Gumuş

ad

Maradona hat!

ad

Notên li ser Roja Zimanê Kurdî

ad

Orhan Pamuk ji bo Heskîfê name îmze kir

ad

Hevserokê DBP'ê yê Dêrsimê hat girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname