Li Konya xwestin 'w' bikin 'v'
Diyarname
BDP'ê li Konyayê ji bo pîrozbahiya Newrozê serî li Midûriyeta Emniyetê da lê emniyet ji BDP'ê xwest peyva "Newroz" ya di belgenameya serîlêdanê biguherîne û bike "Nevruz".
Berî 21'ê Adarê roja Newrozê li hin cihan pîrozbahî dest pê kirine, li Konyayê jî ji bo pîrozbahiyê komîteya amadekar serî li emniyetê da. Lê emniyetê di bersiveke wisa da: "Di daxwaznameya xwe de we peyva Newroz bikar aniye. Ji dêvla vê divê peyva Nevruz bê bikaranîn."