Diyarname
Mebûsê BDP’ê yê Culemêrgê Adîl Kurt ji Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Îsmet Yilmaz pirsa nivîskar Alî Fikrî Işik kir.
Nivîskarê kurd Alî Fîkrî Işik ji ber neçûbû leşkerî û reda wijdanî kiribû hatibû girtin û hê jî di girtîgehê de ye. Mebûsê Culemêrgê yê BDP’ê Adil Kurt ku bi navnameya xwe ya nivîskariyê wekî Adil Zozanî tê zanîn li meclisê pirsiyarnameyek ji Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Îsmet Yilmaz kir. Zozanî di pirsiyarnameya nivîskî de got: “Ez dixwazim van pirsên min ên li jêr ji alî Wezîrê Parastinê birêz ismet YILMAZ ve, li gorî xala 98'ê ya Zagona Bingehîn û xala 99'ê rêziknameya hundurîn ve bi awayê nivîskî bêne bersivkirin.”
Zozanî li ser Işik ji Wezîrê Parastinê ev pirs kirin û xwest ew bibersivîne:
1- Piştî ku Alî Fikri IŞIK reda xwe ya wijdanî diyar kiriye çend caran hatiye girtin?
2- Tevlî ku Alî fikri IŞIK reda xwe diyar kiriye jî çima wekî fîrar tê hesibandin û di vê çarçoveyê de tê girtin?
3- Alî Fîkrî IŞIK bi zorê bibin leşkeriyê û têkeve qeyrana psikolojîk û rêyên ku em rast nabînin têxe hişê xwe, qezenca dewletê dê çi be?
4- Dema bê fikirandin ku di halê hazir de li welatên pêşketî reda wijdanî wekî mafekî bingehîn tê pejirandin, çima li Tirkiyeyê wekî mafekî nayê pejirandin?
5- Heta niha çend kesan reda xwe ya wijdanî diyar kiriye? Ji bo yên ku reda xwe ya wijdanî diyar kirine çend dozên ku hatine vekirin hene?
6- Yên ku di van salên dawiyê de dikevin qeyrana psîkolojîk û li leşkeriyê xwe dikujin, berê daxwaza wan a reda wijdanî hebû an na? Hûn difikirin ku leşkeriya bi zorê dibe bandor ji xwekuştinên li leşkeriyê re?