Mahmut Ozçelik
Romana Enwer Karahan ya bi navê “Åžapînoz” ji weÅŸanên avestayê di sala 2010’an de derçûye û ji 208 rûpelî pêk tê. Navê romanê bi mirov xerîb tê. Lê di gera ferhengan de em rast hatin ku tê maneya tiÅŸta ku ne rast e lê lihevhatî ye, li hev anîn e, bi tirkî “uydurma”.
Roman bi gotinek ku di navbera Evdirehmanê apê Rustem û zilamek de derbas dibe û pê re jî xewa Rustem direvîne, dest pê dike: “Xelkê mêrê we kuÅŸt û bazda ser jina we”(rûp.7). Ev hevok dibe sedem ku Rustem derkeve rêwîtiyek dûr û dirêj. Dîsa xwendevan tavilê ji wê hevoka ku xewa Rustem revandibû fêhm dike ku ev rêwitiya Rustem ya bi otobusê bo kuÅŸtina yekî/ê ye. Hesabên nîvco mayî dê were dîtin… KevneÅŸopiya civakê, pêkutiyên li ser Rustem vî hesabî dike hesabekî jênager. Rustem piÅŸtî bavê wî tê kuÅŸtin û diya wî Raziye, ji hêla Qasim ve tê revandin, êdî hem ji hêla apên xwe ve hem ji hêla derûdora xwe ve tê pelçiqandin. Apên wî -Åžêxo û Evdirehman- ji ber ku heyfa bavê xwe negirtiye, tim Rustem di ÅŸermê de dihêlin. Civaka derûdorê jî tim vê bûyera xwînî û rûreÅŸiyê di dema nîqaÅŸan de tîne rojevê û Rustem û apên wî bi newêrektiyê tawanbar dikin. Ev rewÅŸ derûniya Rustem xerab dike, bo kuÅŸtina diya xwe ya xax û hezkiriyê wê Qasimî carê ceribandinek dike lê bi ser nakeve. Ev rewÅŸa dike ku Rustem hêj zêdetir ji apan û ciranên xwe fiÅŸarê bibîne…
Di dawiyê de tenê riyek ji Rustem re dimîne. Heyfhilanîn. Û dikeve pey kujerê gumanbar ku bavê wî kuÅŸtiye û diya wî revandiye. Rêwîtiya ji Dêrika Mêrdînê hetanî Îzmîrê bi otobusê dest pê dike, li Bîrecîkê molayê dide. Di wê navberê de Rustem pêdiviyên xwe dibîne, li tûwaletê di qezayek biçûk de ji ser hiÅŸê xwe ve diçe û dema tê ser hiÅŸê xwe jî, li wir kêliyek dikeve kûrahiya xeyalan: Diya xwe û du zarokên wê tevî Qasimî dikuje. Berî kuÅŸtinê diya xwe di lêpirsînek kûr re derbas dike, sedema sêwî hiÅŸtina xwe jê dike û bi teqereqa li derî lêdanê re vedigere rastiya jiyanê. Hîn debe ku otobêsa wî pê rêwîtî dikir nîv saet berê ber bi Îzmîrê ve çûye. Ne tenê otobus ji dest çûye, pê re çenteyê wî yê debançeya wî tê de, jinika ku li qoltixa kêleka wî-Ceylan- rûniÅŸtibû û diya wî nasdikir jî ji dest çûye…
PiÅŸtî çûyîna Rustem ya Îzmîrê di malbatê de zivêrî zêde dibe. Bapîra Rustem Minoya bavfile ji ber ku Rustem tenê ÅŸandine heyfhilanînê, ji Evdirehman pir gazincan dike û dibe pistepista wê: “Xortekî ÅŸazdeh salî û bajarên xerîb…”
Dema otobêsa Rustem -tevî çenteyê ku debançeya wî tê de ye- bêyî ku li hêviya wî bisekine dihere, ew jî bi otobêsa fîrmayek din xwe digihêjîne Îzmîrê. Bi dîtina behrê re hinek ÅŸaÅŸomaÅŸo dibe, paÅŸê li taxa Agorayê ku ji berê de navê wê bihîstibû pêrgî hemÅŸehriyên xwe yê bi navê Åžêxmûs û SeydoÅŸ tê û dihere li cem wan di otêlek ku xwediyê wê ji Diyarbekirê ye, dimîne. Lê hiÅŸê wî tevlihev e; debançeya windabûyî, Ceylana ku di rêwîtiyê de naskiribû û ew bênamûsên ku divê bên kuÅŸtin… Ne tenê ev tevlihevî hebû di hiÅŸê wî de. HiÅŸ bi tevliheviyan miÅŸtbû, cêbên wî jî di nav çend rojan de vala bûbû. Êdî di kuçe û kolanên Îzmîrê de hem sêwî, xerîb hem jî bê dirav bû… Rustemê girêdayî jiyana kevneÅŸopiya rojane, li Îzmîrê cara ewilîn e ku hînî tiÅŸtên nebaÅŸ dibe: Mîna bîra vexwarinê, bo debara xwe lîstina hin lîstikên xumarê yên wekî loto û dombala tên naskirin… Pê re jî tevî bê perebûnê çûyîna dîskotek û pavyonan jî bi ser de… Ev jî têra wî nake, rêwîtiya ber bi Tepecîkê ku kerxaneya bajêr li wir e. Û di temenê xwe de yekem car e ku bi germbûn û nermbûna laÅŸê jinikekê ve vardiqile...
Cih guherîbû, jiyan jî guherîbû li Rustem…
Di romanê de karakterên bi navê Soro û Bozo balkêÅŸ e. Soro dewlemendek feodal yê malbata wî li hember dewletê demek serî hildaye û tekçûyî yê li Dêrikê niÅŸtecîh e. Sê caran zewiciye, li ser malbatê bi hikum e. Ew jî dixwaze heyfa DewrêÅŸ –bavê Rustem- were hilanîn. Û dixwaze ji Dêrikê ta Îzmîrê bandora xwe ya di vê pêvajoyê de ravayî Mino ya diya DewrêÅŸ bike. Li hember kurê xwe yê mamoste Xalit pir hiÅŸk e. Dixwaze wî bi dergîstiya Rustem Gulnazê re bê dil be jî, bizewicîne. Dîsa gava Xalit ji bo mamostetiyê diçe Îzmîrê dixwaze bi wî re debançeyek biÅŸîne bo Rustem, lê Xalit ji ber ramanên xwe yê ÅŸoreÅŸgerî li hember bavê xwe derdikeve û vê yekê napejirîne. Bozo jî Derikiyek li Îzmîrê bi cîh bûyî ye. Bozo mirovên ku ji Dêrikê tên wir, bi awayekî bi xwe ve pêbestî dike û mêtingeriya xwe li ser mirovên xizan ê ku ji welêt hatiye ava dike.
Li pey çûyîna Rustem ya Îzmîrê, wextek dirêj ÅŸopa wî winda dibe û dengê wî nayê bihîstin. Ev rewÅŸ li nav malbata li Xabê dibe sedemên meraqan. Evdirehman, Mino û yên din di fikarên “gelo çi bi serê Rustem de hat?” de dimînin. Li hêviyê ne ku agahiyek ji Rustem bigirin. Di wê kêliya malbat di fikarê de ye, Rustem jî, di pevçûnek de li ser Bozo dixeyide û ÅŸer û pevçûna xwe ya yekem dike û hinek din cihê xwe li cem Bozo çêdike. Belkî bo kuÅŸtina Qasim alîkariya wî bê kirin û hêviya wî ew e ku Bozo debançeyek jê re peyda bike…
Nivîskar dîsa hunerek xwe ya din ya serkeftinê raveyî me dike; ew jî ew e ku geh me dibe Xabê li ser Kaniya Hesen û Husênî ku ziyaret e û ligel civakê pîroz e digerîne û jiyana gundiyan a kevneÅŸopî dihewîne, û li ser kulavan dide rûniÅŸtandin û goÅŸtên karikan ên di sêlan de hatiye sorkirin û qelandin bi me dide tamijandin, geh me dibe li taxên Îzmîrê yên mîna Basmane, Kemeralti, Konak, Kadîfekaleyê di nava jiyana bajarî ya tevlihev de winda dike.
Dem û dîroka bûyerên di romanê de qewimiye bi qasî em di nav rûpelan de hîn dibin salên derdora 1930’î û 1960’an e. Lewre di cîhek de qala amadehiyên Soroyî bo ÅŸerê Agiriyê li eniya Çiyayê Maziyê hatiye kirin tê vegotin. Di karakterê Xalitî de nivîskar qala xortên hêj nuh bi hiÅŸmendiya netewetiyê rabibûn û daw û doza azadiya welat dikirin û pê re jî hevdu nola dijminan didîtin û bi ÅŸev û rojan li hember hev diketin nîqaÅŸên bêwate û qirik û gewrî li hev zuha dikirin, aniye ziman. Dîsa ÅŸoreÅŸgeriya romantîk ku dê di demek kin de ÅŸoreÅŸ pêk were di ramanên wan de dixuye. Xalit û hevrêyên xwe gund bi gund digerin û gundiyan ji hêla çînayetî û netewî de hiÅŸyar û hiÅŸmend dikin. Ev jî bi me dide zanîn ku fedakariya xortên demek di bêderfetiyan de gelek hêja bû ye.
Dîsa mijara evînekê jî di karakterên Bedran û Gulnazê de rû dide. Tevî ku Gulnaz bo Rustem hatibû terxankirin jî, paÅŸê Soro wê bo kurê xwe Xalitî dixwaze lê, Xalit ji ber xebatên ÅŸoreÅŸgerî vê daxwazê napejirîne, lê vê carê evînek jixweber di navbêna Gulnaz û Bedran de geÅŸ dibe. Car caran li cihên xalî hevdu germ û nerm dikin û evîna di bin pêkutiyên feodalî de ecîqîye, bi dizî dijîn… Li Xabê rewÅŸ ev bû lê li Îzmîrê jî Rustem êdî kerxane ji xwe re kiribû wargehek nuh û li wir bi Nehrîmana di jûra 16’an de dixebite re hatibû girêdan û roj û saetên xwe li wir derbas dikir…
Honaka romanê bi bûyêrên balkêÅŸ yên nuh tê hûnandin. Rustemê ku dihere Îzmîrê - bo kuÅŸtina dêya xwe ya ew çav bi hêsir, di temenê biçûk de tenê hîÅŸtibû û bi Qasimî re berê reviyabû Diyarbekirê, dû re li Îzmîrê bi cîh bûbû - pêrgî Ceylanê jî tê. Rustem û Ceylanê di rêwîtiya ewilîn ya ji Dêrikê ber bi Îzmîrê ve hevdu naskiribûn. PiÅŸtre li Bîrecîka Ruhayê di tûwaletê de Rustem rastî qezayek biçûk hatibû û ji hiÅŸê xwe ve çûbû, otobusa çentê wî têde tevî Ceylanê, beyî ku wî bigirin çûbû û êdî hevdu nedîtibûn. Dîsa qala komeleyên siyasî jî tê kirin ku di salên ÅŸêstî û heftêyan de rolekî bi rûmet di dîroka tirkiyeyê û hêrêma me de lîstibûn. Ji van komeleyan jê yek ya ku li ser ramanên çepweriyê kar û barê xwe dimeÅŸîne, Rustem ji nav kuçe û kolanên karê xerab vedikiÅŸîne, lê Rustem dîsa jî ji ber Nehrîmanê dest ji kerxaneyê bernade. Di navbera kerxane û komeleyê de mîna hêlekanek tê û dihere.
Di herka romanê de herî dawî Rustem bi rasthatiniyek ÅŸopa diya xwe û Qasim serast dike. Bi vexwendina Deryayê re – qîza Ceylanê ye ku li komeleyê nas kiribû- êvarek dibe mêvanê wê. Lê çawa Ceylanê dibîne çav lê beloq dibe. Lewre Ceylan ew jin e ku di rêwitiyê de hevdu winda kiribû. Bi vê hevdîtina rasthatinî ya li mala Ceylanê pir tiÅŸt diguhere. Ceylana ku çentê Rustem bi emanetî veÅŸartibû, wê kêlikê radestî Rustem dike ew jî tevî vî çenteyî diçe kerxane yê. Lê xeletiyek nivîskar li vir derdikeve holê, ev jî ew e ku li deriyên kerxaneyan lêgerînek hûrgilî heye ku bi tevî çente û debançeyê çûyîna wir ne hêsan e. Ev debançeya ku Rustem dibe kerxaneyê, çawa ku Nehrîman dibîne welê jî digire û ew jî dikeve pey Qasim. Lewre Qasim ew jî piÅŸtî xapandinê deverû li vê cîhana gewrik di nivê rê de hiÅŸtiye. Nehrîman ev yek qet jibîr nekiriye û li pey heyfhilanîna xwe ye. Ew berê Rustem heyfa xwe hiltine. Tê xuyanî ku Rustem û Nehrîman bêyî ku hay ji hev hebin li dû heman dijminî ne. Dema Rustem carek din diçe mala Ceylan û Deryayê li wir pêrgî diya xwe tê. Rustem naxwaze rûçikê diya xwe ya xax bibîne û bi lez xwe ji mal dihavêje derve û bi wê hêrsê tevî ku di komeleyê de hiÅŸmendiya sosyalîzmê sayakî girtibû jî, dixwest lehzeyek berê lehzeyek Qasim bibîne û bikuje, lê di wê kêlîka fikirînê de li nêzî wî mirovek bi pênc guleyan ji hêla yekî/ê ve di nava xwînê de tê gewixandin… Ev cînayet nola ku Rustem heyfa bavê xwe girtibe zû digihêje Dêrika Mêrdînê û herêma Xabê… Ev agahî “cemeda ser dilê Minoyê dihelîne û avek li agirê hundirê wê direÅŸîne û pê re jî serê wê û malbatê bi tevahî ji erdê bilind dibe.”
Lê ev rewÅŸ zêde nadome, vêca belayek nuh cemedek li ser dilê endamên malbatê de datîne. Bedranê kurê Soroyî, bo Gulnazê birevîne bi ÅŸev dikeve nav baxçeyên wan, ew jî bi çend guleyan Bedran bêyî ku nas bikin, di reÅŸahiya ÅŸevê de birîndar dikin. Bûyer bi birîndariyê diqede û Soro naletê li lawê xwe tîne û bêyî ku doz mezin bibe safî dike…
Di romanê de karakterek ronak dixuye, ew jî lawê Soro yê mamoste Xalit e. Dema ku Xalit nuh bi karê ÅŸoreÅŸgerî re mijûl dibû bavê wî Soro lê ÅŸîret dikir ku hay ji xwe hebe, ji dîrok û rabirdûya xwe û malbatê mînak dida ku dema lingên wan ÅŸemitîbû kesî dest dirêjî wan nekiribû û bêbawerî û bêbextiya mirovan pê dida naskirin… Di vir de nivîskar rexneyek gelemper li miletê kurd bi mafdarî digire ku di daw û doza xwe de xemsar e, peywira xwe bi cîh naîne… Tenê ne jî ev e, bi gotina Soroyî dema li ser serê wan agir hatibû dadan-jê qesd ÅŸerê Agirî û tertela Åžêx Seîd e- hinekan xwestibû ku bi wî agirî cixareya xwe vêxînin û kêmfersendî û bêbextî kiribûn… Ligel van ÅŸîretan nivîskar jibîr kiriye ku hema bi du hevokan jî qala mamostetiya wî, dibistana wî, pergala perwerdehiya di nav de ye bike. Ji vê wêdetir Xalit nola ku pêÅŸengê rêxistinek nepen ya binerdî be daye ravekirin û paÅŸê jî ji bo nakokiya di navbera endamên rêxistinê de çareser bike ji Îzmîrê tîne û li Diyarbekirê bi destê rêhevalên xwe yê ku nivîskar car caran wekî “yoldaÅŸ” binav dike, dide kuÅŸtin. Ev kuÅŸtin mixabin rastiyek salên berî heÅŸtêyan li Tirkiyeyê bû. Him xwe bi xwe hevdu dikuÅŸtin him jî bi rêxistinên çeprew ên din re diketin pevçûnan û ji hev ÅŸoreÅŸger dikuÅŸtin…
Birêz Karahan di herka romanê de kerxaneyê bi me bi ÅŸêweyek welê dide xuyakirin ku nola ji wir xweÅŸtir cîh tunebe. Halbûkî di rastiyê de ew der cihê ÅŸêlandina mirovan ya ariÅŸî, daringî û derûnîyê têk dibe ye. Lê mixabin di karakterê Rustem de odeya kerxaneyê ya 16’an ku Nehrîman lê kar dike, nola ku cihek divê herkes bibîne tê vegotin. Di vir de ÅŸemitîn û guherîna rolê Rustem jî dixuye. Em li pey peywira Rustem a esasî ya ku kiribû armanc ku heyfê hilîne ye, lê Rustem ÅŸev û roj di kerxaneyê de ye û dev ji rola xwe ya esasî berdaye… Divê ne welê bûya.
Åžapînoz di hêlek de rola komeleyên ramyarî yên çeprew bi me dide hîskirin ku di salên ÅŸêstî, heftêyî û berî heÅŸtêyan de li ser hîmê çîna karkeran, di bin bandora ÅŸoreÅŸa Lenîn ya rûsî de, gelek mîrasê hiÅŸmendiya mafparêziyê ji me re hiÅŸtiye. Li vir rexneyek jî li wan komele û rêxistinan dike ku bi hêla teorî ve girêdayî ne, lê ji rastiya dihat jiyînê dûr bûn. Mînak di komeleyê de karê ewilîn ew e ku SeydoÅŸ û Åžêxmûs ji hêla olî-dînî ve bikin nava nakokiyan û bi wan bidin fêmkirin ku xweda tuneye… Ev jî sedemek bû ku ew komele û rêxistin rast nêzî ol û baweriya gelan nedibû û bi sernediketin.
Hêza nivîskar ya serkeftina karê xwe ravayî me dike yek jî ew e ku bêyî xwe sansûr bike hevokên xwezayî yên xweser rêz dike:”Wê ÅŸevê heta bi destê sibehê, li ber devê patozê xwêdanê di qûna wan re avêt”(rûp.98), “Berxê min heger tu dê qûna xwe bidî here ji xwe re li deriyekî dinê bixe, ez zewicî me û vêya rûniÅŸtiye jî jina min e!”(rûp.163)
Di romanê de peyvên tirkî-erebî gelek in. DatlîfiroÅŸ, yazîxane, fiyet, heyat hereket, yatax, ode, îqna, qapî, yoldaÅŸ û hwd. Roman bi herfên hinek din mezin bihata nivîsîn dê baÅŸtir bûya, ez welê bawer dikim ku weÅŸanxanêyê ji bo hejmara rûpelan û pê re jî lêçûna wan zêde nebe asta pûnto yê pir daxistiye jêr. Herf bi qasî ku bi çavê zarokek panzdeh salî were dîtin biçûk kiriye… Dîsa hin peyvên an herêmî an jî ji ber kêmaniya min, pir nehatiye bihîstin gelekin: Sid, rid, wêr, miskêr, dahke, ziqate, ÅŸapînoz, esûsî, poncik, kurûse û hwd.
Ji karakterên romanê pir ê wan di kar û barên nelirê, neçê û xerab de dixuyin:
Bozo; Qaçaxçî û selefkar, Soro; axatiya hozê dike û bo heyfhilanînê malbata Rustemî arasteyî ÅŸer û pevçûna bi Qasim re dike, SeydoÅŸ û Åžêxmûs; car caran diherin komeleyên ÅŸoreÅŸgerî lê dîsa jî di karên xumar, loto û dombalayê de dilizîn, Åžêxmûs; her çiqas rengek cihê bide karakterên romanê jî, kekeç e, nikare bipeyive, Rustem; bi karên pevçûn, dombala, loto, kerxane, dîsko û pavyonê re mijûl e… Nola ku televîzyonên tirkan figûrên kurd di her karên xerab de nîÅŸan bide nivîskar jî bêyî hay ji vîna xwe hebe ketiye ÅŸaÅŸitiyek wisa… Tenê Xalit di kar û barên baÅŸ de dixuye ew jî pir nadome di wê oxirê de tê kuÅŸtin…
Åžapînoz mîna ku hêvî ÅŸkestinan dermale bike û reÅŸbîniyan belav bike dixuye: KuÅŸtina Xalit ya di oxira doza xwe de, girtina SeydoÅŸ ya ji ber karê komeleyê, vegera Rustem ya Xabê û bêyî kes lê xêrhatinê bike tenê mayîna wî û bi xemgînî vegera wî ya Îzmîrê, Minoya ku tim li benda hatin û dîtina Rustem e, bêyî ku wî bibîne ber bi koça dawî ve dihere û yên din…
Wekî gotina dawî dikarim bêjim ku tevî hemû kêmek û zêdekên xwe Åžapînoza nola ku mirov
di germa havînê de çend piyale ava sar li ser hev vexwe û bêyî bike of û pof di yek derbekî de dixwîne û demek pir kêfxweÅŸ derbas dike. De kerem kin dora we ye…
Her tiÅŸt ji bo wêjeya bêdewlet, bêxwedî nemîne ye…
**
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weÅŸandin:
- Åžêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (BeÅŸ II)
- Åžêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneÅŸopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz