Diyarname
Lîstika Shakespeare “Hamlet” ku kurtedemek berê Lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê ew derxist ser dikê, niha jî wekî pirtûk hate çapkirin. Pirtûk bi wergera ji îngilîzî û pêşgotina Kawa Nemir ji Weşanên Lîsê derket.
William Shakespeareê helbestkar, şanoger, şanonûs û aktorê îngilîz ê mezin e ku di 23’yê avrêla 1564’an de, li Îngilistanê, li Warwickshireê, li Stratford-upon-Avonê ji dayîk bûye. Ew di 26’ê avrêlê de jî hatiye mohrkirin (waftîzkirin) û di 23’yê Avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê miriye.
Shakespeare yek ji mezintirîn helbestkar û şanonûsên dîroka wêje û şanoya cîhanê ye. Bi dehan qerekter û pêlewanên ku wî bi şanonameyên xwe afirandine, ji hemû serdeman re bûne çavkanî. Soneyên wî helbestên dildarî û hezkirinê ne ku di sala 2010’an de bi wergera Kawa Nemir ji aliyê Lîsê ve bi kurdî hatibûn çapkirin. Niha jî dîsa bi wergera Kawa teksta lîstika wî “Hamlet” hate çapkirin.
Kurtedemek berê ev lîstik ji aliyê lîstikvanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû lîstin û rastî eleqeyeke mezin hatibû.
Hamlet / William Shakespeare / Ji îngilîzî ji bo kurdî: Kawa Nemir / Şano / 272 rûpel