Kirmanşan
Her çiqas di Zagona Bingehîn a Îranê de her kes dikare li gel zimanê farisî bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û bixwîne jî Rêveberiya Perwerdeyê ya Rejîmê ya Parêzgeha Kirmanşanê bi giştînameyekê kurdî li hemû dibistan û zanîngehan qedexe kir.
Di Zagona Bingehîn a Îranê de xalek ku dibêje, “li herêmên cuda cuda ku neteweyên Îranî lê dijîn, divê xwendekar bikarin bi zimanê dayikê li tenişta zimanê farisî dersê bixwînin.”
Lê li rojhilata Kurdistanê zagon cuda dikevin meriyetê. Ajansa nûçeyan ANF'ê li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî nûçeeyke weşand. Di nûçeyê de hate gotin ku Rêveberiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Kirmaşanê bi şandina giştînameyekê axaftina bi kurdî li dibistan û zanîngehan qedexe kir.
Li gorî agahiyan, roja yekşema borî, Rêveberiya Perwerdeyê ya Kirmaşanê ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi giştînameyekê ferman da hemû mamosteyên xwendingehên parêzgeha (wilayet) Kirmaşanê ku dibêje tenê bi zimanê farisî biaxivin û bikaranina hemû zimanên ji bilî farisî qedexe bikin.
Di fermannameyê de ku di çapemeniyê de jî cih girt tê gotin ku ji bo pêşketina zimanê farisî û dewlemendkirina gotin û wêjeya farisî li herêmên Kurdistanê hemû mamoste hatine wezîfedarkirin, lewre nabe ew bi tu ziman û zaravayek ji bilî farisî biaxivin.
Her çiqas di Zagona Bingehîn a Îranê de tu astengî li pêşiya axaftin û perwerdeya bi zimanên din tune ye jî bi berdewamî li seranserê rojhilata Kurdistanê bi sedhezaran zarokên kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in.
Par jî li bajarê Seqiz bi heman şêwazî bi giştînameyekê, îdareya perwerdeyê ya rejîma Îranê li ser zimanê kurdî heman zext û qedexe bi rê ve biribûn