Enqere
Li ser pirsekê Wezîrê Edaletê hejmara girtiyên ku di sala 2012'yan de li girtîgehan wefat kirine eşkere kir.
Wezîrê Edaletê yêTirkiyeyê Sadullah Ergîn diyar kir ku di sala 2012’an de li girtîgehan heta roja 18’ê tîrmehê 109 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn bersiv da pêşniyarpirsa nivîskî ya Parlamenterê Dersîmê yê CHP’ê Huseyîn Aygun û hejmara girtiyên ku di sala 2012’an li girtîhê wefat kirine eşkere kir.
Sal bi sal girtiyên ku di girtîgehê de mirine wisa ye:
2002: 89 kesî,
di 2003’yan de 163 kesî,
di 2004’an de 54 kesî,
di 2005’an de 59 kesî,
di 2006’an de 157 kesî,
di 2007’an de 176 kesî,
di 2008’an de 211 kesî,
di 2009’an de 196 kesî,
di 2010’an de 252 kesî,
di 2011’an de jî 268 kesî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyên ku Ergîn dane di 2012’an de jî heta 18’ê tîrmehê hejmara girtiyên wefat kirine 109 e.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Agahiyên li ser 2012'yan her ku biçe emê biweşînin...
***
- 2012: Li Qoserê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin
- 2012: Li Girtîgehan binpêkirina mafan
- 2012: Peyvên ku herî zêde li wan geriyane
- 2012: Li dinyayê kesên herî hêzdar
- 2012: 10 pirtûkên herî serketî yên New York Timesê
- 2012: Herî zêde van pere kar kir