Hewlêr
Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk bi Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî.
Heyeta di bin Serokatiya Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk de roja 18'ê mehê bi Barzanî re hevdîtineke pêk anî. Hat gotin ku di hevdîtinê de ji li ser rewşa kurdên rojava heta sazkirina Konferansa Neteweyî ya Kurdan gelek mijar hatine guftûgokirin.
Heyeta KCD'ê roja 19'ê mehê dê here herêma Germiyan ku herêma Enfalê ye û paşê dê here serdana pêşmergeyen li Duzxormato ku li hemberî Bexdayê li wir hatine bi cih kirin.