logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2
  2. Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn
  3. Li Hesekê îro çi qewimî?
  4. Xumava Estetîkê ya Zemanekî
  5. Dora 3'yan, pişke hat kişandin: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
news-details

Li PE'yê 9’emîn Konferansa Kurd pêk tê

Parlementoya Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê dê ji 9’emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd re malovaniyê bike.

  • Dîrok: 01/12/2012
  • Beş: Nûçe

Bruksel

Parlementoya Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê dê ji bo 9’emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd mazûvanî bike. Konferans dê 5'ê berfanbarê dest pê bike û temaya sereke ya konferansê jî ev e: “Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd: Diyalog, Nûbûn û ji Nû ve Destpêkirina Muzakereyên Yekser”

Konferans dê bi hevkariya Sermetranê Afrîkaya Başûr û Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Desmond Tutu, Dr. Şirin Ebadi, Bianca Jagger, Profesor Noam Chomsky, nivîskar Yaşar Kemal, nivîskar Vedat Turkali û parlementer Leyla Zana pêk bê.

Axaftina destpêkê û malavahiyê dê ji aliyê Seroka Komîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewropa Tirkiyeyê (EUTCC) Kariane Westrheim û Endamê Koma Çepgir a PE'yê Gabi Zimmer, Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana, Hevseroka Parlementoya Têkel a PE-Tirkiyeyê Helene Flautre ve bê kirin. Desmond Tutu jî dê bi peyama bi vîdeoyê beşdarî konferansê bibe.

Panela yekemîn a bi sernavê “Pevçûna Kurd-Tirk: Ber bi ku ve Diçe” bi moderatoriya endamê Koma Keskan a PE'yê û Parlementerê Îngilîz Jean Lambert û Koordînatorê Koma Dostaniya PE û Kurdan û Endamê Koma Çepgir Jurgen Klute pêk bê.

Rûniştina yekem dê bi sernavê “YE û Tevlîbûna Tirkiyeyê: Serdestiya Hiqûqê û razên reforma darazê” pêk bê. Axaftvanên rûniştinê wiha ne: Sekretera Berê ya Konseya Ewropayê Schwimmer û endama Koma Keskan-ALE ya PEyê ya ji Galiyayê Ana Miranda.

Mijara duyemîn jî “Azadiya Çapemeniyê, Sansura Medyayê û Pirsgirêka Kurd” e. Derberê vê mijarê de jî rojnameger Ahmet Şik dê biaxive. Mijara “Makeqanûna Nû: Rewatiya demokratîk çi ye? Tiştên kêm çi ne?” jî ji aliyê hîndekara Zanîngeha Kocaelî Prof. Sevtap Yokus ve bê nirxandin..

Ji Cîgirê Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş dê mijara “Bandora Tirk, DYA û YE'yê di Pirsgirêka Kurd de” binirxîne. Mijarên din ên beşa rûniştina a panelê wiha ne: “Demokrasiya Hatiye Taloqkirin-Zoriyên Berdewam dikin, Darizandinên Siyasî, Nasname û Mafê Mirovan” û “Komkujiya Roboskî– Pirsên bê Bersiv Mane û Berpirs”, “Li Tirkiyeyê Girîngiya Pirsgirêka Jinê”. Di vê beşê de dê Nunerê Herêmê (Bakurê Kurdistanê) yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, Ferhat Encu yê ku gelek xizmên xwe di komkujiya Roboskî de winda kir û Akademîsyen û endama Meclisa Partiya BDP'ê Ozgur Sevgi Goral biaxivin.

Di rûniştinên roja duyemîn de jî dê mijara “Rojhilata Navîn a di asteke krîtîk de: Sererastkirina herêmî ya kê” bê gotûbêjkirin. Ji endamên EUTCC Hans Branscheidt û endamê Koma Çepgir a Peyê Soren Bo Sondergaard dê moderatoriya vê beşê bikin.

Di rûniştinên roja duyemîn de ev mijar dê bên nirxandin: Serkeftina otonomiya Kurd a demokratîk li Sûriyeyê û bandorên herêmê, Li Rojhilata Navîn ji Nû ve Hizirîna siyaset û demokrasiyê, Ji bo Rojhilata Navîn Kî dê Sîstemek Çawa Diyar bike, Raperînên li Herêmê û bandorên wan li ser Kurdan, Rola Tirkiyeyê di Bihara Ereban de, Senaryoyên Polîtîkayên herêmî û navneteweyî de, Projeya Xweseriya Demokratîk a Kurdan Dikare Rolek Çawa Bileyize?

Axaftvanên panelê wiha ne: Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Akademisyenê Holandayî Joost Langerden, Rojnameger Serdar Akinan, ji Navenda Moche Dayan Ofra Bengo, rojnameger Cengîz Çandar.

Roja duyemîn a panelê jî dê bi sernavê “Muzakerekirina Aşitiyê: Pêwîstiyên ji bo Çareseriyeke Siyasî û Nexşerêya Aşitiya li Tirkiyeyê”pêk bê.

Axaftvanên beşdarî vê rûniştinê bibin: Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlementerê AKP'ê yê Amedê Galîp Ersanlîoglû, axaftvanek ji CHP'ê, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyir Aydar, aktîvîstê civaka sivîl Osman Kavala, ji Koma Krîza Navneteweyî Sabine Freizer, Akademîsyen-Nivîskar Nûray Mert.

Di dawiya konferansê de dê encaname bê amadekirin û pêşkêşê dengdana beşdarên konferansê bê kirin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 09 10 2026

Li Hesekê îro çi qewimî?

news
  • 09 10 2026

Xelata Nobelê ya Aştiyê dan Navi Pillay

news
  • 09 10 2026

Hedrekerdoxê ferhengê zazakî Musa Canpolat merd

news
  • 08 10 2026

Hevşaredarên Bakur ligel Îlham Ahmed û Cîhan Hesam hatin ba hev

news
  • 06 10 2026

Nawey bi kardî wêndoxêke hame kiştişî, 8 birîndarî estê

news
  • 04 10 2026

Li Rojava îro xebatên li ser ziman

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

"Du ziman û baholek" hat xelatkirin

ad

Festîvala Rojava ya Çand û Hunerê vê carê li Sandviken e

ad

Romana kurdî bi çavê keçeke misrî (Vidyo)

ad

Kedkarekî din ê sînemayê ji vê dinyayê çû

ad

Kurdî-Derê serokekî nû hilbijartin

ad

Amed û Van Spor têk çûn (hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2

  • 10 10 2026
news

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

  • 09 10 2026
news

Li Hesekê îro çi qewimî?

  • 09 10 2026
news

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

  • 10 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname