Obama careke ji bo Serokdewletî hat hilbijartin
Diyarname
Ji bo Serokdewletiya DYA'yê serokê niha Barrack Obama û Mitti Romney ketin hilbijartin. Obama dengên 281 delegeyan bi dest xist û careke din ji bo Serokdewletiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat hilbijartin. Reqîbê Obama yê ji Partiya Komarê Mitt Romney 203 dengên delegeyan girt û têk çû. Ji bo hilbijartina serokatiyê pêdivî bi dengên 270 delegeyan hebû.
Obama yê ji Partiya Demokratan cara duyemîn ji bo Serokdewletî hat hilbijartin.
Obama ku di van 4 salên borî de gelek gav avêtin, xebata wî ya balkêþ û ya ku herî zêde hate nîqaþkirin guhartina zagonên tenduristiyê bû. Romney gotibû ku ger bê hilbijartin dê cih de ev zagona tenduristiyê ku Obama derxistiye betal bike. Ev hilbijartin di heman demê de ji bo zagona tenduristiyê wekî referandûmekê.
Serokdewletê DYA'yê Barrack Obama dê 4 salên din jî li ser kar be.