Diyarname
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ya DEM Partî li ser endamên wan ên ji lîsteya “Kent Uzlaşisi” (Lihevkirina Bajêr) hatibûn hilbjartin daxuyanî da. DEM Partî got ewê êdî di bin banê partiya wan de li Meclisên Şaredariyan kar bikin.
Di hilbijartina herêmî ya 31’ê adara 2024’an de li Stenbolê DEM Partî ligel partiyên din hevkarî kiribû û navê wê jî wekî “Kent Uzlaşisi” (Lihevkirina Bajêr) lê kiribû. DEM Partî niha biryar da ku ew endamên wan ên ji vê lîsteyê hatine hilbjartin vegerin partiyan xwe û li ser navê partiya xwe li Meclisên Şaredariyan xebatên xwe bidomînin.
Di daxuyaniya DEM Partî belav kir de wisa hat gotin: “Em di 31’ê Adara 2024’an de, bi stratejiya Lihevkirina Bajêr, li gorî îradeya hevpar a gelên me yên ku li metropolan dijîn, pêkhateyên bajarî û hêzên demokrasiyê, beşdarî hilbijartinên herêmî bûn ku partiyên muxalefetê tê de serkeftineke dîrokî bi dest xistin. Di pêvajoya du sal û nîv a ku derbas bû de, li dijî rêveberiyên herêmî operasyonên berfireh hatin kirin. Gelek şaredarî bi kayûman hatin desteserkirin, serokên şaredariyan hatin girtin, hatin binçavkirin û di encama van destwerdanan de şaredarî destguhertin. Her wiha derbasbûnên navbera partiyan û îstifayên jî pêk hatin. Me ev hemû û endamên Meclisan îradeya xwe ya beşdarbûna partiyê anîn ziman. Ev daxwaz ji aliyê Lijneya Rêveberiya Navendî ve hat nirxandin û guncaw hat dîtin. Lihevkirina Bajêr, ezmûneke bi qîmet e ku beşên cuda yên civakî û siyasî li dora armancên demokrasiya herêmî, beşdarbûnê û rêveberiya bajarî ya hevpar kom bûne. Gelê me li sandiqê îradeyeke zelal derxistiye holê ku bajar bi hev re, bi têgihîştineke demokratîk û beşdarî were rêvebirin. Rêzdariya me ya li hember vê îradeyê, di gavê ku em îro diavêjin de jî dê were parastin. Hiqûqa hevpar a ku me di çarçoveya Lihevkirina Bajêr de ava kiriye û îradeya gelê me ya ku li sindoqê bi şêweyekî berbiçav bûye, dê ji bo me girêdayî bimîne.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew ê xebatên xwe yên di Meclisên Şaredariyan de, li ser bingeha pêdiviyên bajaran, demokrasiya herêmî û têgihîştina rêveberiya şefaf bidomînin û wiha gotiye, “Endamên Meclisên Şaredariyan, wekî ku ji roja hilbijartina xwe ve kirine, dê ji niha û pê ve jî bi têgihîştineke ku ji bo pirsgirêkên hevpar ên bajaran çareseriyê çêdike, erkên xwe di bin banê partiyê de bi cih bînin. Bi çavdêriya têkiliyên ku li ser bingeha Lihevkirina Bajêr hatine avakirin û berpirsiyariyên dualî, em ê berpirsiyariya xwe ya li hember gelên Stenbol û Mêrsînê bidomînin.”
Di hilbijartina 2024'an de DEM Partî li Stenbolê ne ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ne jî ji bo şaredariyên navçeyan berendam nîşan nedabûn û piştgirî dabûn CHP'ê. Hin endamên xwe li ser vê li hevkirinê wekî berendamên Meclisên Şaredariyê nîşan dabûn. Ev yek li beşek li Mêrsînê jî çêbûbû.
**
Agahiyên li ser hilbjartina 2024'an:
- 2024: Hilbijartina-Herêmî
.jpg)


