Tahir Elçî bû Serokê Baroya Amedê
Diyarname
Baroya Amedê 43'yemîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreyê de parêzer Tahir Elçî ji bo serokatiyê hat hilbijartin.
Kongreya Baroyê roja 4'ê mehê li Navenda Çanda Cegerxwîn li dar ket. Berî dengdanê parêzeran ji bo piþtgiriya grevên birçîbûnê çalakiya rûniþtinê li dar xist û dûre çûn deng dan.
Di kongreyê de Tahir Elçi, Sedat Çinar, Suleyman Bilgiç û Nesip Yildirim ji bo serokatiyê bûbûn berendam. Parêzer Tahir Elçi dengên piraniya endaman girt û bû serokê nû yê Baroya Amedê. Berî vê Kongreyê Serokê Baroya Amedê M. Emin Aktar bû.