Can Dundar
Ji her du yan yek rast nabêje: Serokwezîr yan jî Wezîrê Edaletê... Serokwezîr li Almanyayê li nava çavên dinyayê nêrî û got: "Li Tirkiyeyê grevên birçîbûnê filan nîn in."
Di wan kêliyan de Wezîrê Edaletê got, 683 kes di greva birçîbûnê de ne.
Em ji kîjanê bawer bikin?
* * *
Dewlet ev demeke dîrêj e nahêle parêzerên Ocalan pêre hevdîtinê bikin. Dibêje, "Keştî xirabe ye".
Li bendê ne ku em bawer bikin ku dewletê ev sal û nîvekê ye ku keştî temîr nekiriye.
Dewlet çima sedema tecrîdê eşkere nake û henekên xwe bi aqilê me dike?
Çima bi inyad derewan dike?
* * *
Serokwezîr, derdikeve hizûra dinyayê û ji yên di greva birçîbûnê de ne re dibêje "Hûn birçî ne, lê mebûsên we kebaba ji goştê berxan dixwin."
Ne mimkûn e ew nizanibe ew fotografê hatiye kişandin berî bi 3 meh û nîv hatiye kişandin.
Ger dizanî, wê çaxê çima rastiyê vedişêre?
* * *
A rast em sedemê dizanin... Aqilê dewletê her wisa dixebite. Dewran, nav diguherin, lê aqil naguhere.
Helwesta Kenan Evren jî, ya Mehmet Agar jî, ya Sadettin Tantan jî bi vî awayî bû:
Dikir ku bi tehdîdan çalakgeran bixapîne, bi nûçeyên derewîn raya giştî ji bo erêkirina operasyoneke xwînî amade bike, bi gotina "Ligel dewletê bazarkirin nabe" guhê xwe li hemberî daxwazan digire...
Berdevkiya wê dewletê, îro Erdoganê ku her diçe dibe "Agar", dike.
* * *
Hin mirov hene dest ji jiyana xwe ber didin, dest ji rûmeta xwe bernadin.
Ji bo mirov vê hîn bibe ne hewceye mirov bibe serokwezîr.
Henekkirina bi kesên ji bo îdealên xwe jiyana xwe pêşkêş kirine; wan bi derewçîtî nîşandayîn, bi gotina "erê erê, hûn dixwin" rencîdekirina wan, derxistina kuçeyan a malbatên di tirsa mirina zarokên xwe de ne, ev hemû dikin ku zêdetir civan ji bo mirinê bê çêkirin.
Ev gelek bi talûke ye.
Ev civan e ji bo li hundir zêdetir mirinan û li cihên wekî Bursa jî derxistina holê ya xirecirê.
Di paşerojê de tiştên wisa ku hatin kirin qet bi xwe re xêreke neanîn.
Dîsa jî dê neyne.
* * *
Ji bo felaketa dibêje ez têm, ji bo temirandina agirê li welat, gelo kes fêm dike ku dewlet çi dike?
Yên ku li Osloyê ligel rêxistinê rûniştine, kesên li çiyê dest dane rêxistinê mehkûm dike.
Yên li Xebûrê pêşwazî li yên ji çiyê hatin kirin, hevdîtina li Îmraliyê qedexe dike.
Yên dibêjin "Bi terorê re têkoşîn, bi siyasetê re muzakere", li meclisê bi kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin rûnanê.
Baş e dixwazin çi biki?
Ger mafê parastina bi kurdî meşrû be, çima tiştê divê nakin?
Ger dibêjin "Tecrîd nîn e" çima keştiya diçe Îmraliyê hê jî xirabe ye?
Çima di dema ku derfetên aşkirina rewşê heye aş nakin, ji dêvla li çareseriyê bigerin, bi benzîn ber bi agir ve diçin?
* * *
Di sala 2000'an de, di grevên birçîbûnan de, li Bayrampaşayê ciwanên jiyana xwe dan ber mirinê, rûyê wan ê diçilmisî, awirên bêşemal, paşê jî dewleta ku got "Ger mirina we lazim be wê jî ezê bikim"... Ez kesek ku ev yek hemû min dîtine ez dibêjim, ev mijar bi tehdîdê, bi gotinên "kebaba berxan", yan jî bi operasyonan çareser nabe.
Felaket tê.
Pêşîlêgirtin wekî deynek di stûyê Serokwezîr de ye.
Bêyî çalakî fireh bibe, berî mirin pêk bên em li bendê ne ku wijdan bikevin nav tevgerê.
Ev nivîs ji Milliyetê (03.11.12) hatiye girtin