Diyarname
20'emîn Konferansa Pirsgirêka Kurd a bi navê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" wê li dar bikeve. Konferans ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) ve tê birêxistinkirin; wê îsal di 14-15'ê kewçêra 2026'an de li Parlemena Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê wê li dar bikeve.
Komam Çep (The Left), Kesk/Tifaqa Azad a Ewropayê (Greens(EFA) û Tifaqa Pêşverû ya Demokrat û Sosyalîstan (S&D) ên li Parlemena Ewropayê konferansê organîze dikin. Li gel bûyerên siyasî yên li Ewropa û Rojhilata Navîn wê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê bixe rojevê.
Konferans ku du rojan wê bidome de, endamên Parlemena Ewropayê, siyasetmedar, akademîsyen, hiqûqnas, rojnameger û parêzvanên mafên mirovan wê amade bin.
Konferans 14'mehê saet 17:00'an de li avahiya Spinelli ya Parlemena Ewropayê bi resepsiyon û axaftinên destpêkê wê startê bide. Destpêkê wê endama Desteya Rêveber a EUTCC Dersim Dagdevîren, Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî, siyasetmedar Leyla Zana, Hevserokê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Martin Schirdewan û endamê Koma S&D Andreas Schieder biaxivin.
Roja duyemîn a konferansê wê 15'ê Cotmehê Pêncşemê saet di 09:30'î de destpê bike.
Destpêkê wê Seroka EUTCC û ji Zanîngeha Bergenê Kariane Westrheim, Dersim Dagdevîren, Şîrîn Ebadî û Leyla Zana, her wiha endamên Parlemena Ewropayê Leila Chaibi, Leoluca Orlando û Evîn Încîr, Navbeynkarê Neteweyên Yekbûyî Mark Muller biaxivin.
Di rûniştinê de her wiha ji Zanîngeha Wageningenê Prof. Dr. Joost Jongerden wê rabirdûya 20 salan a konferansên EUTCC û bûyerên li Ewropa û Rojhilata Navîn binirxîne.
Di roja duyemîn a konferansê, saet di 10:15'an de wê rûniştina bi sernavê "Rojhilata Navîn a li ser xala werçerxê: Guherînên Jeopolîtîk, Veguherîna Demokratîk û Lêgerîna Aştiyê" pêk were.
Di rûniştinê bi moderatoriya rojnameger Dîlek Odabaşi de, akademîsyen Dogû Ergîl, rojnameger Amed Dîcle û ji Zanîngeha Baltimoreyê Colin Starger wê biaxivin.
Yek ji rûniştinên sereke yên konferansê jî wê saet di 11:00 de bi sernavê "Di navbera Pêvajoya Aştiyê û Krîza Demokratîkbûnê de Tirkiye: Diyalog, Serweriya Hiqûqê û Paşeroja Tevlîbûna Siyasî" bê lidarxistin.
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, parlementer Pervîn Bûldan, parlamenterê DEVA'yê Mehmet Emîn Ekmen, parlementerê Yenî Partiyê Okan Konûralp û parlementerê CHP'ê Ogûz Kaan Salici wê biaxivin.
Di panelê de wê paşeroja pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, demokratîkbûn, serweriya hiqûqê, tevlîbûna siyasî û derfetên diyalogê werin nîqaşkirin.
Di beşa piştî nîvro ya konferansê de wê nêzîkatiya Yekîtiya Ewropayê ya li pirsgirêka kurd û têkiliyên bi Tirkiyeyê re bê nirxandin.
Rûniştina bi navê "Yekîtiya Ewropa û Tirkiye: Zehmetî û Alternatîf" wê saet di 15:00'an de bi moderatoriya parlementerê berê yê HDP'ê Hişyar Ozsoy bê lidarxistin.
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlemena Ewropayê Nacho Sanchez Amor wê di rûniştinê de biaxive.
Saet di 15:30'î de jî wê bi sernavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye û Kurd: Di navbera Hevkariya Stratejîk û Bendewariyên Demokratîk de" panelek pêk were. Di panelê de wê endamên Parlemena Ewropayê Li Andersson, Pernando Barrena, Vladimir Prebilic û Thijs Reuten biaxivin.
Her wiha ji Enstîtuya Mafên Mirovan a Yekîtiya Baroyan a Navneteweyî Eleonora Scala û ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Raziye Ozturk jî wê beşdarî panelê bibin.
Di panelê de wê têkiliyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Tirkiyeyê re, pirsgirêka kurd, bendewariyên demokratîk û mafên mirovan werin nirxandin.
Panela dawî ya konferansê jî wê saet di 16:30'î de bi sernavê "Jinên ku paşerojê diyar dikin: Guherîna Demokratîk, Yekîtiya Kurdan û Aştiya li Rojhilata Navîn" pêk were. Panel wê bi moderatoriya zanyara siyasetê Arzû Yilmaz were lidarxistin û ji Zanîngeha Bielefeldê Atefeh Ramsari, ji Tevgera Jinê ya Azad parlementera berê ya HDP'ê Sebahat Tûncel û nûnera Rojava Îlham Ehmed wê biaxivin.
Konferans wê 15'ê Cotmehê roja Pêncşemê saet di 18:00 de bi rûniştina dawiyê bi dawî bibe. Di rûniştina dawî de ku ji aliyê Desteya Rêveber a EUTCC ve bê lidarxistin wê nîqaşên du rojan bêne nirxandin, encam û pêşniyar bêne eşkerekirin û encamnameya konferansê bê pêşkêşkirin.
Konferans li salona 1G2 a li avahiya Spinelli ya Parlmaenta Ewropayê li dar bikeve; Bi zimanên kurdî, tirkî, îngilîzî, almanî, fransî, farisî, danî, hollandî, fînî, yewnanî, îtalî û swêdî; bi 12 zimanan werger bê kirin.
Ji bo agahiyên berfireh ên têkildarî konferansê brusselsconferenceep@gmail.com


