___Mihemed Elo / Qamişlo___
Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê biryar dabû ku perwerdeya kurdî li dibistanên giştî di hefteyê de tenê bi 3 dersan li deverên ku piraniya wan kurd in sînordar be. Li hemberî vê kurdan çalakî li dar xistin, perwerdehiya bi kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê xwest. Û wan ji bo perwerdehiya bi kurdî navê xwe qeyd kirin. Hejmara kesên li van bajaran navên xwe qeyd kirine gihîşt 185 hezarî.
Çavkaniyeke Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgeha Hesekê amarên destpêkê yên li ser xwendekarên ku ji bo fêrbûna bi zimanê kurdî li parêzgehên Heseke, Heleb, Şam û Hemayê qeydkirî ne, ji bo ajansa HAWAR'ê ragihand.
Li gor çavkaniyê, hejmara xwendekarên qeydkirî li parêzgeha Hesekê gihîştiye 81 hezarî, li Kobanî 53 hezar û 108, li Efrînê 47 hezar û 44 û li Şam û Hemayê 3 hezar û 728 e. Bi vî awayî, li gor amarên destpêkê, hejmara giştî ya xwendekarên qeydkirî li van deveran 185 hezar û 213 e.
Çavkanî destnîşan kir ku ev hejmar ên destpêkê ne û dibe ku di demên pêş zêde bibe û da zanîn ku pêvajoya qeydkirina xwendekaran hîn li gelek dibistanan neqediyaye.
Şêwirmendê serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî duh di peyamekê de ji xwendekarên kurd û malbatên wan xwest ku sala nû ya xwendinê temam bikin û soz da ku hewlên zêdetir ji bo bidestxistina naskirina fermî ya zimanê kurdî bên dayîn.
ANHA


