Diyarname
Li Herêma Kurdistana Federe serdema perwerdehiyê ya sala 2026-27'an 20'ê vê mehê dest pê dike. Îsal nêzî du mîlyon xwendekar wê herin dibistanan.
Li gor agahiyên wezaretê îsal 1,75 mîlyon xwendekar li dibistanên dewletê, dor 170 hezar xwendekarî jî li saziyên perwerdeya taybet dê bixwînin.
Li Herêma Kurdistana Federe nêzî 6 hezar heb dibistan hene. Ji sedî 57'ê wan li Hewlêr û Dihokê, ji sedî 43'yê wan jî li Silêmanî û Helebceyê ne.
Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd diyar kiriye ku îsal 22 mîlyon heb pirtûkên nû çap kirine û ew şandine embaran.
Li Başûr bi temamî dor 148 hezar mamoste û dor 31-33 hezar karmend hene.


